Ji bo gêrîla Baran konê şînê hate vedan

Ji bo gêrîla Baran konê şînê hate vedan

Konê şînê yê ji bo gêrîla Înan Kanmaz (Baran Serhat) yê ku li bejahiya Bazîdê jiyana xwe ji dest da hate vekirin, gelek kesan ziyaret kir.

Ji bo gêrîlayê HPG'ê Înan Kanmaz (Baran Serhat) yê ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi hevalekî xwe re jiyana xwe ji dest da li taxa Hamîdiye ya navçeya Sultanbeyliyê konê şînê hate vedan. Rêveberên BDP'ê û gelek welatiyan konê şînê ziyaret kirin. Di konê şînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan û gêrîla Baran hatin daliqandin.

Piştî rêzgirtinê sînevizyona jiyana gêrîla Baran vedigot hate pêşandan. Rêveberê YAKAY-DER'a Alaattîn Altintaş axivî. Pişt re birayê gêrîla Baan Reşît Kanmaz axivî û diyar kir ku, ew gelek bihestiyarin.

Endamê Meclîsa BDP'ê Velî Haydar Guleç jî axivî û wiha got: "Heke em îro li vir biaxivin bi saya van şehîdane. Şehîdên me ji bo me gelek girîngin. Hemû kes dimirin lê hemû kes dema dimirin jî najîn. Zarokên Kurdistanê dê her tim di dîroka gelê Kurd de bijîn."

Konê şînê dê heta roja Înê vekiri bimîne.