Ji bo forma DMME’ê qedexeya fotokopiyê
Ji bo forma DMME’ê qedexeya fotokopiyê
Ji bo forma DMME’ê qedexeya fotokopiyê
Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ku hertim bi pêkanînên balkêş tê rojevê vê carê jî ji bo ku zêdekirina forma serlêdanê ya bo ‘Dadgeha Mafê Mirovan’ bi hinceta ku ‘ bi rêxistinê re dikeve têkiliyê’ destûr nehat dayîn.
Li gorî rojnameya Cumhuriyetê girtiyekî li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê bi daxwaz kir ku heqê kişandina 30 fotokopiyên forma serlêdana Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bide, lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku form dibe ‘têkiliya rêxistinê’ hat redkirin. Pêkanîna ku Dadgeriya Înfaza Tekîrdagê li dij qanûnî dê, DAdgeha Cezaya Giran a 2’emîn ya Tekîrdagê xera kir. Ligorî vê forma serlêna DMME’ê wek têkiliya rêxistinê hat hesibandin û biryar dan ku ji 2 heban zêdetir nayê zêdekirin.
Di nameya ku ji girtîgehê hat şandin de wiha hat gotin: “Ji Girtîteha Tîpa F ya Hejmar 1 a Tekîrdagê girtiyekê xwest bi pereyê xwe 30 heb fotokopiyên forma serlêsana DMME’ê bikişîne. Lê rêveberiya girtîgehê tenê destûra 2 formên serlêdanê da. Girtî li ser vê serî li Dadgeriya Înfaza Tekîrdagê da.
Rêveberiya girtîgehê di parastina xwe de diyar kir ku, girtiyên di odeyên din de van forman di dema hewa girtinê de ji hev re davêjin û ev jî dikeve ‘têkiliya rêxistinê’. Ji ber vê sedemê em vê daxwazê di cih de nabînin û bi hinceta ku mexdur nebin em 2 fotokopiyan dikişînin.