Ji bo Efrînê li Berlînê çalakî hate kirin
Kurdistaniyên li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûne, çalakiyên xwe yên ji bo Efrînê didomînin.
Kurdistaniyên li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûne, çalakiyên xwe yên ji bo Efrînê didomînin.
Bi vê armancê li paytexta Elmanya Berlînê li Brandenburger Tor mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de pankartên bi nivîsa "Li ber faşîzma Erdogan rabin, piştgiriyê bidin Efrînê" û "Bes çekan bifiroşin Erdogan, piştgiriyê bidin Efrînê", alên YPG/YPJ û PYD'ê hatin hildan.
Hvserokê NCDK'ê yê Berlînê Yeko Ardil û bi navê DEST-DAN Berlîn Suzanna Rassling axivîn.
Ardil diyar kir, ku berxwedana li Efrînê dewam dike û Raslling jî destnîşan kir ku gelên cîhanê xwedî li berxwedana Efrînê derdikeve û gelê Efrînê wê bi ser bikeve.