Ji bo Efrînê li Berlîn û Saarbruckenê çalakî hatin kirin
Kurdistaniyan li avahiya Navenda Giştî ya SPD'ê ku hevparê hikumeta koalîsyonê ye, dagirkirina Efrînê şermezar kirin. Li Saarbruckenê jî çalakî hate kirin.
Kurdistaniyan li avahiya Navenda Giştî ya SPD'ê ku hevparê hikumeta koalîsyonê ye, dagirkirina Efrînê şermezar kirin. Li Saarbruckenê jî çalakî hate kirin.
Komek ji Kurdistaniyan ketin avahiya Navenda Giştî ya SPD'ê ya li paytexta Elmanya Berlînê. Kurdistaniyan nerazîbûn nîşan dan ku dewleta Tirk bi çekên Elman li Kurdistanê komkujiyan dike û alên YPG/YPJ û PYD'ê li avahiyê vekirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "SPD destekê dide, Tirkiye bombeyan dibarîne", "Panzerên Elmanya ji Kurdistanê bicehimin", "Merkel destekê dide, Erdogan bombeyan dibarîne" hatin qîrîn. Hevserokê NCDK a Berlînê Yeko Ardil li vir axivî û diyar kir, ku bi desteka madî û çekan a Elmanyayê, Erdogan ê faşîst û dewleta Tirk zarok û jinên Efrînê dikuje.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbruckenê jî bi heman armancê mîtîngek pêk hat. Kurdistanî danê êvarê li ber Europa Galerie li hev civiyan û li ser dagirkirina Efrînê belavok belav kirin.
Zerdeşt Îsa li ser navê PYD Saarlandê axivî û destnîşan kir ku weke gelê Kurdistanê yê li Ewropayê divê ew bi rengekî bê navber xwedî li berxwedana Efrînê derkevin.