Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li serdozgeriyê hate xistin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe, careke din serî li serdozgeriyê dan.

Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan piştî ku di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Zêde ya Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye.

Ocalan herî dawîn di 25’ê Adarê de bi birayê xwe di telefonê de axivîbû. Ev hevdîtin jî qut bûbû.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe rûniştibûn. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û heta niha serlêdan tê kirin û bersiva serlêdanan nayê dayîn.