Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdaneke nû kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tecrîdkirî ye.

Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê ev axaftin nîvco hatibû hiştin.