Ji bo çûna Îmraliyê parêzeran serî li serdozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan.

Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu yên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd in ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’ê Adarê de bi dawî bû, serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê nayê bersivandin.

Rêberê Gelê Kurd di 25’ê Adarê de dema ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di telefonê de axivîbû, hevdîtin qut bûbû.