Ji bo bîranîna Mûnzûr Emekçî îro li Strasboûrgê merasîm tê lidarxistin
Cenazeyê welatparêzê Kurd Mûnzûr Emekçî wê îro piştî merasîmekê li bajarê Fransa Strasboûrgê were veşartin.

Ji bo bîranîna yek ji amadekarên destpêkê yê çalakiya 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya hînê dewam dike Mûzaffer Ûçar ê weke Mûnzûr Emekçî tê naskirin, îro (Pêncşem) saet di 13:00 de wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd merasîmek bê lidarxistin.
Tevî Kurdistanî û dostên wan, tê payîn nûnerên gelek saziyên Kurd ên li Ewropayê jî di merasîmê de amade bin. Cenaze wê piştre li goristana bajêr bê oxirkirin û piştî defnkirinê, wê ji saet 15:00 û pê ve serdanên sersaxiyê li komeleyê werin qebûlkirin.
Mûnzûr (Mûzaffer) di emrekî gelekî ciwan de weke milîtanekî bû yek ji ferdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û tevgera kedkar a Tirkiyeyê.