Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê, diyar kir ku gelê Botanê bi minasebeta salvegera komkujiya Roboskiyê dê di 27'ê kanunê de li gundê Roboskiyê be û banga hemû gelê kurd komkujiya Roboskiyê şermezar bike kir.
Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê ji bo bîranîna 34 welatiyên li gundê Roboskiyê di bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan banga tevlîbûnê kir. Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê têkildarî mijarê de civîna çapemeniyê li dar xist û rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî civîna çapemeniyê bûn.
Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, diyar kir ku bi ser komkujiya Roboskiyê de salek derbas dibe û sedan salin li ser gelê kurd komkujî pêk tên û wiha got: "Komkujiya Roboskiyê û komkujiyên din ên wisa di dilê gelê kurd de her tim zîndî ne. Berî komkujiya Roboskiyê jî li ser gelê kurd komkujî pêk dihatin. Îro tenê ji aliyê cemata AKP'ê ve rêbezên komkujiyan hatine guherîn."
Katar, anî ziman ku rêveberên BDP'ê yên Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Mêrdîn û navçeyên van bajaran dê di 27'ê kanunê de li Roboskiyê bin. Katar, da zanîn ku li gundê Roboskiyê ji bo mêvanên tên dê konan vedin û wiha axivî: "Ji bo ku ji komkujiyan re bêjin "na" divê xwedî li Roboskiyê bê derketin. Em di 28'ê kanunê de li benda hemû kesî ne ku komkujiya Roboskiyê ya bi destê cemata AKP'ê pêk hat şermezar bikin in. Hemû hikûmetên li vî welatî li hemberî gelê kurd komkujî pêk anîn."