'Ji bo balê bikişînin ser êrîşan û statuya Êzidiyan em dimeşin'

Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek û hunermendê Êzidî Emele gotin, "Ji bo balê bikişînin ser êrîşên qirkirinê yên li Şengalê li dijî Êzidiyan tên kirin û ji bo naskirina statuya Şengalê, ew dimeşin."

Meşa Êzidiyan a ji bajarê Dusseldorfê heta paytexta Yekîtiya Ewropayê Brukselê, di roja 4. de ye.

Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek û hunermendê Êzidî Emele ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Ji bo balê bikişînin ser êrîşên qirkirinê yên li Şengalê li dijî Êzidiyan tên kirin û ji bo naskirina statuya Şengalê, ew dimeşin."

SEROKÊ MECLÎSA ŞENGALÊ YA DÎASPORAYE FÎKRET ÎGREK: Çalakiya me di 20'ê Adarê de li Dusseldorfê dest pê kir. Di 27'ê Adarê saet di navbera 13:00-14:00 de em ê li ber avahiya Konseya Ewropayê mîtîngekê lidar bixin û bi rêya heyetekê dosyaya xwe radestî rayedaran bikin. Ev êrîşên tên kirin, dewama komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê ye.

DAIŞ akotorek e. Li pişt vê planê hikumeteke faşîst a weke AKP'ê heye. Hikumeta PDK'ê heye ku hevkariyê bi AKP'ê re dike. Plana qirkirinê ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de neçû serî, di 2'ê Adarê de êrîşeke din kir. Di 3'ê Adarê de şerekî dijwar qewimî. 7 şehîdên me çêbûn. Gelek ji wan jî hatin kuştin. Çeteyên ku navê 'roj' li xwe kirine, êrîş kirin. Ya rast ev êrîşkar çeteyên DAIŞ'ê ne, îstîxbarata Tirk in. Çekên ku dewleta Elman ji bo şerê DAIŞ'ê pê bê kirin da hikumeta Barzanî, li dijî gelê Şengalê bi kar anîn.

Hikûmeta Elman di heman demê de endamê Yekîtiya Ewropayê ye. Meseleya xweseriya Şengalê hebû, danûstandineke me bi Tirkmenan û Suryaniyan re hebû. Danûstandin di 19'ê Cotmeha 2016'an de pêk hat. Di 26'ê Cotmeha 2016'an de Yekîtiya Ewropayê biryarek da. Gelekî ku qirkirin lê hatibe kirin, mafê xwe ye xweseriya baweriyê bê naskirin. Ji bilî vê yekê, li gorî qanûnên 116 û 120 ên Iraqê, gel û baweriyek qirkirin lê hatibe kirin, li erdnîgariya dikeve çarçoveya xala 140'an, mafê xwe ye xweseriyê ragihîne. Ev yek di qanûna Iraqê de derbas dibe.

Ji ber ku ev êrîş bi çekên Yekîtiya Ewropa, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û Elmanyayê li dijî gelê me tê kirin, pêwîste ev hêzên navborî daxuyaniyekê bidin. Girîng e heyetek biçe wê derê û çekan kontrol bike. Lazim e êdî xweseriyê nas bikin. Em dixwazin YBŞ û YJŞ weke hêza berxwedanê ya civaka Êzidî bên qebûlkirin û erdnîgariya Nînovayê xwedî parastinekê be. Ev daxwazên me ne. Êdî gefa qirkirinê li ser vî gelî heye. Nîşaneyên qirkirina ku di 3'ê Tebaxê de neçû serî, hê dewam dikin. Di rewşa heyî de jî gef li gelê me tê xwarin. Çeteyên DAIŞ'ê bi kincê pêşmergeyan her roj êrîşî gelê me dikin. Em dixwazin îstîxbarata Tirk û çeteyên Erdogan û Barzanî ji wir vekişin û statuya Şengalê jî bi awayekî fermî were qebûlkirin.

'EM DIXWAZIN KOMKUJÎ Û DRAMA LI ŞENGALÊ BIDIN BIHÎSTIN'

EMELE: Bi vê meşa ji Dusseldorfê heta Brukselê em dixwazin, dram û komkujiyên bi sedan salan li civaka Êzidî tên kirin ji cîhanê re ragihînin. Em dixwazin Şengal bibe xwedî statuyekê.

Dram û qirkirina sedan salan a li ser civaka Êzidî hê dewam dike. Bi rêya malbatên xwe em şahidiyê ji drama li Şengalê re dikin, agahiyan digirin. Tevî hemû zext û zordariyê jî şervanên me Şengalê diparêzin, dayikên me li ber xwe didin. Di vê berxwedanê de şehîdên me çêdibin û ji ber vê yekê em gelekî dêşin.

Em van êrîşên ku bi pêşengiya PDK'ê û desteka AKP'ê tên kirin, ji vê derê şermezar dikin. Di vê meşa me de, Kurdistaniyan, dostan, Elewiyan, endamên tevgera Îslamî em bi tenê nehiştin. Me careke din nîşan dan ku em civakeke mezin in. Em Kurdistanî piştgiriya hev dikin. Bi vê çalakiyê re me careke din dît ku civaka Êzidî ne bi tenê ye. Tevî zor û zehmetiyan jî meşa me ya ber bi Brukselê ve dewam dike.