Ji bo azadiya rojnamgeran bafirok hatin firandin
Ji bo azadiya rojnamgeran bafirok hatin firandin
Ji bo azadiya rojnamgeran bafirok hatin firandin
Endamên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê ji bo azadiya 62 rojnamegerên girtî bafirok firandin.
Endamên TGS'ê, di çarçoveya bernameyên 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê ji bo 62 rojnamegerên girtî li ber Edliyeya Stenbolê bafirokên wêneyên rojnamegerên girtî li ser ên spî firandin. Wekîla CHP'ê Melda Onur, Nivîskara Mîlliyetê Zeynep Oral, Gerînendenê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, rojnameger Bariş Terkoglu û Nedîm Şener û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ewil li ber edliyeyê bafirok ji bo rojnamegerên girtî hatin firandin.
Piştre li ber edliyeyê pankrata "Eger çapemeniya azad heme civaka azad heye" hate vekirin.
Serokê TGS'ê Ercan Îpekçî li ser navê rojnamegeran daxuyanî xwend û diyar kir ku di çarçoveya bernameyên 3'yê Gulanê Roja Çapemeniya Cîhanê ji bo rojnamegerên girtî careke din daxwaza azadiyê kir.
Îpekçî, anî ziman ku li Cîhanê herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger girtîne û hemû rojnameger ji ber xebatên xwe tên darizandin û di îdîanameyên derbarê wan de jî nûçe û hevpeyvînên kirin pêk tê û wiha axivî: "Di şexsê hevalên me yên girtî de pîşeya rojnamegeriyê tê darizandin. Ev şerm a desthilatdara siyasî ya fermandar pîşeya rojnamegeriyê bêdarizandin dayî ye. Eger bixwazin ji vê şermê xilas bibin divê zagonan biguherin. Hempîşeyên me yên ji ber xebatên xwe tên darizandin rûmet me ne."
'Azadiya rojnamegeran azadiya civakê ye'
Îpekçî, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê hemû kesên ji xwe re muxalîf diben "terorîst" îlan kirin û wiha pê de çû: "62 hevalên me yên girtî ji ber xebatên terorê nayên darizandin. Em îro ji bo hevalên xwe yên girtin bafirok firandin. Ji bo çavên nabînin bibînin. Hevalên me ji ber peywirên xwe bi cih anîn hatin girtin. Hikûmet û dad jî vê yekê baş dizane. Peywira wan ji gel re zilim kirin û rojnameger girtin e. Azadiya rojnamegeran azadiya civakê ye."