Ji bo azadiya Ocalan banga îmze û meşa 11’ê Çile hat kirin
Ji bo azadiya Ocalan banga îmze û meşa 11’ê Çile hat kirin
Ji bo azadiya Ocalan banga îmze û meşa 11’ê Çile hat kirin
Meclîsên gel yên Villier le Bel û Drancy yên paytexta Firansa Parîsê, ji bo azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin. Ji bo tevlîbûna meşa di 11’ê Çilede jî belavok hatin belav kirin.
Meclîsên Gel yên Villier le Bel û Drancy dûh di saet 12:00-18:00’an de bi hevre ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze komkirin. Herwiha ji bo tevlîbûna meşa 11’ê Çile ku wê li Parîsê bê darxistin , belavok hatin belav kirin.
Endamên Meclîsê yên ku liber Gara Villier Le Bel kombûn, tîşortên liser wêneyê Ocalan û hersê jinên şoreşger yên li Parîsê hatin qetil kirin lixwe kirin. Komê ji gelê Firansî û gelên din ji bo azadiya Ocalan îmze komkirin. Di kampanya îmzeyande zêdetirî hezar îmze hatin komkirin. Endamên meclîsa gel bi komkirina îmzeyan re jî ji bo meşa 11’ê Çile belavokên biser sernivîsa “ Livir li Parîs’ê em hatin qetilkirin, xebera we heye” bilav kirin. Di hindirê belavokê de liser jiyan û komkujiya sê jinên şoreşger zanyarî hatibûn nivîsîn.
Endamê Meclîsa Gel Murat Varli, diyar kir ku ewê wekî Meclîs heya 11’ê Çile çalakiyên xwe yên îmze komkirin û ji bo tevlîbûna meşê bi awayekî xurt bimeşînin. Di dawiyê de jî bang li hemû Kurdan kir ku bi ruhê seferbertî bejdarî çalakiyên 11’ê Çile bibin.