Ji bo Çakan, strana ‘Zimanê Kurdî’ stran

HDP’ê qetilkirina Bariş Çakan protesto kir. Çakan ji ber ku li muzîka Kurdî guhdar kiribû, hatibû qetilkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê û Meclîsa Ciwanan, ji bo Bariş Çakan ku ji ber guhdarkirina muzîka Kurdî hatibû qetilkirin, strana ‘Zimanê Kurdî’ strand. Bi hinceta vîrûsa koronayê, polisan xwest ku çalakiyê asteng bikin. Ji bo vê yekê polisan bi maşîneyên zirxî têketin û derdora avahiya HDP’ê dorpêç kir. Li gel hemû astengiyên polisan jî HDP’iyan kuştina Bariş Çakan şermezar kir.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Seyhanê Enver Guler, diyar kir ku kuştina Çakan encama polîtîkayên pişaftinê yên li hemberî Kurdan e û xwest ku polîtîkayên qirêj ên li dijî gel û zimanê Kurdî bên bidawîkirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş jî kuştina Çakan weke nîşandana nîjadperestî û faşîzmê pênase kir û ev tişt got: “Kesê hat kuştin ne tenê mirov, di heman demê de siberoj bû. Polîtîka û gotinên desthilatê dibin sedema bûyerên bi vî rengî. Em ê ji bo pêkanîna aştî û biratiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Çalakî bi strana Aram Tîgran a "Zimanê Kurdî" bi dawî bû.