Ji bo 6 rojnamegerên ku di rojname û malperên xwe yên nûçeyan de cih dane nûçeyên di derbarê mirina leşkerên li Lîbyayê de bi hinceta “Muxalefetiya Kanûna MÎT” ê doz hate vekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, piştî ku lêpirsîn bi dawî bû, di derbarê Rêvebirê Giştî Weşana Rojnameya Yenî Yaşam Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê Berpirsê Karê Nivîsê Aydin Keser, Midûrê Berpirsê Nûçeyên Odatv’yê Bariş Tekoglu, Rêvebirê Giştî Weşana Odatv’yê Bariş Pehlîvan, Nûçegihana Odatv Hulya Kilin û nivîskarê Rojnameya Yenîçag Murat Agirel de îdaname hate amadekirin.
Di îdanameyê de ji bo rojnamegeran ji 8 sal heta 17 salan ceza hate xwestin.