Ji bo 5 gerîlayên HPG'ê mewlûd

Ji bo 5 gerîlayên HPG'ê mewlûd

Ji bo 5 gerîlayên HPG'ê yên di şerê li bejahiya navbera navçeyên Amed Lice û Pasûrê û navçeya Çewlik Dara Hênê de jiyana xwe ji dest dan, mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîlayên HPG'ê Kasim İşik (Agir Amed), Îbrahîm Kaya (Herbijî Tolhildan), Hasan Karahan (Mahîr Dîcle), Aga Karakaya (Hakî Pîr) û Mûrat Dîreklî (Hogir Mêrdîn) ên di 24'ê Nîsana sala 2012'an de li bejahiya navbera Amed û Çewlikê de di şer de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatên Kaya û Karahan ve mewlûd hat dayîn. Mewlûda li Salona Dawetê Aştiyê ya Amedê, di serî de rêveberên MEYA-DER, aktîvîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û rêxistinên DÎAY-DER Û BDP'ê bi beşdariya dehan kesan pêk hat. Li salona mewlûd lê hat dayîn de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 5 gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan, hatin daliqandin. Mewlûda bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi dûayên ji bo gerîlayan dewam kir.

Dûre Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz axivî û got, "Eger îro behsa aştiyekê tê kirin, ev bi xêra van şehîdên me ye. Emê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin û her tim di rêya wan de bimeşin."

Li dû axaftinan, sînevîzyonek ji wêneyên her pênc gerîlayên jiyana xwe ji dest dan, hat nîşandan. 
Dûre jî mewlûd hat xwendin.