Em tevlî çalakiyên '10'ê Cotmehê Roja Azadî ji Ocalan re ya Cîhanê' bibin!

Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re: Em bang li her kesî dikin ku di çarçoveya '10'ê Cotmehê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Cîhanê' de, li gelemperiya cîhanê çalakî û xwepêşandanan li dar bixin û tevlî çalakiyan bibin.

Însiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo însyatîfa ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî kûrewî bibe, bang kir ku her kes tevlî însiyatîfê bibe.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Însîyatîfa Azadî ji Ocalan ya ku Kurdistanî, Tirkiyeyî û ji gelek welatên cihanê hêzên demokratîk, aştîxwaz û pêşverû tê de cih digirin, bang li her kesî dikin ku bila tevlî nav înîsîyatîfê bibe.

Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê Kurdistan di serî de mudaxeleyên siyasî, dîplomatîk û leşkerî li Rojhilata Navîn, Efrîkaya Bakur, Asya û Ewropayê dike û bêîstîkrariyê zêdetir dike. Krîza netewe-dewletê bi faşîzm û dagirkeriyê dixwaze derbas bike.

Ji aliyê din ve jî bi polîtîkaya xwe ya li derveyî welat Tirkiye di warê qada navneteweyî de aniye asta dewleteke ku di bin tecrîdê de ye. Vê bêhiqûqiya li Îmrali û Tirkiyeyê li qada navneteweyî jî dike û ji ber vî tiştî di navbera wê Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û NATO’yê de pirsgirêkên mezin hene.

21 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek tê kirin. Gelê Kurd bi salan e diyar dike ku ev êşkence ye, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê ya girêdayî Konseya Ewropayê herî dawîn di meha Tebaxê de raporek weşand û tecrîd teyîd kir.

Ji ber vê jî em bang li hemû alîgirên demokrasî, edalet û azadiyê, sazî û rêxistinan dikin ku bi awayekî çalak tevlî nav înîsîyatîfê bibin.

Bi şîara ‘Dema wê hatiye, azadî ji Ocalan re’ û ‘Azadî ji Ocalan re! Dawî li dagirkerî û faşîzma li Kurdistanê bîne’ di 10’ê Cotmehê Roja Azadî Ji Ocalan re bang li hemû kesan dikin ku li her dera dinyayê bi awayekî çalak tevlî nav çalakiyan bibe."