Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî
BI DÎMEN

Ji bo 1'ê Gulanê ya li Kadikoyê amadekariya meşa ji du baskan

Beriya mîtînga 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê ya li Qada Rihtim a Kadikoy a Stenbolê, girseya gel a li du nuqteyan li hev kom bûye li benda dema destpêkirina meşê ye.

Mîtîng wê bi dirûşma 'Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser bikevin' bê lidarxistin û DÎSK, KESK, TMMOB û TTB pêşengiyê jê re dikin.

Komên ku beşdarî mîtîngê bibin ku li du nuqteyan; Rawestgeha Sogutluçeşme û pêşiya Nexweşxaneya Nûmûne ya Haydarpaşa li hev kom bûn.

KESK, DEM Partî, HDK, TJA û rêxistinên jin û ciwanan ên cuda li Sogutluçeşmeyê li hev kom bûn. Girseya gel pankartên bi Kurdî û Tirkî hildan.

DÎSK, TTB, TMMOB, CHP û EMEP jî li ber Nexweşxaneya Nûmûne ya Haydarpaşayê li hev kom bûn.

Tê payin ku girseya gel a li herdu nuqteyan li hev kom bû, saet di 11:00 de bi rengê kortejê bikevin Qada Rihtimê. Hate ragihandin ku di mîtîngê de wê sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan bi dengekî hevpar daxwaza 'ked, edalet, aştî û demokrasiyê' bikin. Qada mîtîngê her kêliyê tijî dibe.