Ji Beşar Esad efûyek din ya giştî
Ji Beşar Esad efûyek din ya giştî
Ji Beşar Esad efûyek din ya giştî
Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar Esad têkildarî sûcên beriya îro hatine kirin efûyekî giştî derxist.
Li gorî nûçeya ajansa fermî Sana’yê Beşar Esad biryarnameya hêjmar 23 ya ku “Têkildarî sûcên ji beriya 16’ê Nîsana 2013’an ve hatîn kirin efûyek giştî” tîne erê kir.
Di biryarnameya ku li şûna cezayê darvekirinê, heta dawiya temen bi zorê dana xebitandin têde heyî ragihand ku, “Sûriyeyiyên ku tevlî rêxistinên terorîst bûyîn dê ji sêyan yekê cezayê xwe birazin.”
Lê belê hate diyarkirin ku, ev biryarname sûcên weke qaçaxtî, bikaranîna madeyê hişber û fîrarên leşkeriyê nagire nava xwe.
Esad piştî Adara 2011’an ango bi destpêkirina bûyeran re gelek caran efûya giştî îlan kir. Nayê zanîn ka di pratîkê de çiqas hate pêkanîn. Li gorî rêxistinên mafê mirovan hêjan bi hezaran kes di girtîgehan de ne.