Ji Berlînê bo kampanyaya Kurdan giştînameya veşartî!

Ji Berlînê bo kampanyaya Kurdan giştînameya veşartî!

Aşkere bû Wezareta Navxweyî ya Alman ji bo endamên Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê ku roja 15ê cotmehê ji bo 12 daxwazên Kurdên li Almanyayê dijîn civiyan, giştînameyek şandiye. Li gorî belgeya ku gihişt ANFê biraniya bi awayeke nerênî têne bersivandin. Wezareta Alman dixwaze bandorê li biryara endamên komîsyonê bike û di giştînameyê de derbarê qedexeya li ser PKKê, Kurdên li Almanyayê dijîn û pirsgirêka Kurd de tesbîtên balkêş hene.

Li hemgerî kampanyaya "Bila nasnameya Kurdan bê nasîn" û israra “Em dixwazin mîna komên din ên penaberan bên nasîn” , Wezareta Navxweyî ya Alman di giştînameya xwe ya bi dîroka 5ê mijdarê de dibêje: “Kurd dixwazin weke kêmaran bên nasîn, ev yek nayê qebûlkirin.” Wezaret ji bo daxwazên navên Kurdî jî dibêje “Ji bo penaberan yasayên welatên jê hatine derbasdar bin”, ji bo şêwirmendî û hevsengiya bi Kurdî jî tê gotin: “Butçeya me tune ye, me afîşa ‘Bi Almanî fêr bibin’ li Kurdî wergerand, ev yek bes e”.

Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê 15ê cotmeha 2012 guhdarî 12 daxwazên Kurdan ên di çarçoveya kampanaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” de kiribû. Kurdan di kampanyayê de nêzî 60 hezar îmze berhev kiribûn û bi dehan saziyên ji her çar parçeyên Kurdistanê piştgirî dan kampanyayê. Wê rojê di meclîsê de Serokê Yekitiya Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç hatibû guhdarkirin.

Koç bal kişandibû ser polîtîkayên cûdakar ên hukûmeta Berlînê li hemberî Kurdna dimeşîne û gotibû. “Li vir zêdetirê milyonek Kurd dijîn û dixwazin mîna komên din penaber xwedî heman mafan be. Em di madeya yekemîn a kampanyayê de israr dikin. Divê nasnameya Kurdan bê nasîn. Em Tirk, Ereb, an jî Fars in.” Wê demê, pirs ji Koç û sekreterê dewletê Dr. Christoph Berger ê ku li ser navê hukûmeta Merkelê amade bibû hatibû pirsîn, lê heta niha ne diyar ka dê komîsyona bersiveke çawa bide kampanyayê.

Lê beriya aşkerekirina biryarê, giştînameyek bi îmzeya siyasetmedar Dr. Christoph Berber ê ku ji Demokratên Xrîstina di hukûmetê de peywirdar e, ji 26 endamên komîsyona daxwaznameyan re hate şandin. Ev giştînameya ji 9 rûpelan pêk tê, gava mirov yek bi yek dinirxîne bersiv derdikeve holê. Her wiha, di giştînameyê de bersiva tund û piştguhkirina daxwazên Kurdan a hukûmeta Alman aşkere dibe. Bersivên dane daxwazên Kurdan bi kurdî wiha ne:

1-NASKIRINA KURDAN: Bersiva ji bo daxwaza: "Divê penaberên Kurd jî weke komên din ên penaberan bên nasîn û weke komên din ên penaberan bên dîtin" wiha ye: "Li gorî yasayên Alman, em nikarin mafê kêmeneteweyê bidin Kurdan. Ji ber ku Kurdên li Almanyayê dijîn krîterên bûyîna kêmetewe pêk naynin. Komên penaber ên ji cûda û bi armancên cûda tên Almanyayê, em nikarin yek bi yek endamên komê nas bikin. "

2-QEDEXEYA LI SER PKK’Ê: Bersiva ji bo daxwaza "Ji bo entegrasyona Kurdan bi civaka Alman re û ji bo piştgiriya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, divê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin û di vê çarçoveyê de divê qedexe û zextên li ser saziyên Kurdan bên bidawîkirin." wiha ye:

"Daxwaza ji bo qedexeya PKKê nayê bicihanîn. Ev 30 sal in ku PKK doza bi rêbazên terorîst li Tirkiyeyê didomîne û dixwaze vê dozê li rojavayê Ewropayê jî zindî bihêle. Di van demên dawiyê de çalakiyên milîtanî yê weke şewitandinê, dagirkirina qad û avahiyên partiyan li Almanya û welatên cîran tên kirin. PKK ziyanê dide bi sedhezaran Tirk û Kurdên li Almanyayê bi hev re dijîn. PKK gef li ewlekariya me ya navxweyî dixe û di çarçoveya yasaya komeleyan de dê hemû tiştên pêwîst li hemberî vê pêkhateyê bên kirin."

3- XIZMETÊN ŞÊWIRMENDIYÊ: Bersiva daxwaza "Divê ji bo penanaber û koçberên Kurd, bi taybet jî ji bo jinên Kurd xizmetên piştevanî û piştgiriyê bên dayîn û meteryalên agahdarkirinê yên bi Kurdî bêne derxistin" wiha ye:"Ji bo hevsengiyê her kes peywirdar e. Di vê mijarê de piştgirî li gorî etnîkan nayê dayîn, Kurd jî weke komên din ên penaber tên nirxandin. Li gorî daxwazan afîşa “Hînî Almanî bibin” sala 2009 li Kurdî hat wergerandin. Ji bo vê yekê tu pêwîstiyên taybet naxuyên."

4-PERWERDEYA KURDÎ: Bersiva ji bo daxwaza "Niha dersên bi Kurdî li 5 eyaletan tên dayin. Divê Kurd weke zimanê zikmakî belavî hemû eyaletan bibe" wiha ye:"Polîtîkaya perwerdeyê û zimanê dersan ji aliyê eyaletan ve tên diyarkirin. Rêveberiya Federal nikare di vê mijarê de mudaxeleyê eyaleta bike." (Lê Kurdan li hin eyaletan ji bo vê mijarê serlêdan kir û rêveberiyên eyaletan gotin 'Em nikarin titşek bikin' û berê Kurdan dan hukûmeta Federal)

5-NAVÊN BI KURDÎ: Bersiva ji bo daxwaza "Ger navên Kurdî yên ji aliyê welatên Kurd jê hatine ve neyê erêkirin jî, divê bêne qebûlkirin" jî wiha ye:

"Di vê mijarê de ji bo kesên ne welatiyên Alman in, yasayên welatê ku jê hatine derbasdar in. Ji bo kesên hemwelatiyên Alman jî yasayên Almanyayê derbasdar in. Di daîreyên me yên şêniyê de navên Kurdî bi xweşbînî têne pêşwazîkirin û di vê mijarê de tu astengiyek nehatiye dîtin. " (Li Almanyayê dema Kurd dixwazin navê Kurdî li zarokên xwe bikin li rastî astengiyan tên, Serokê YEK-KOMê Yuksel Koç, vê mijarê 15ê cotmehê di meclîsê de bi mînak û belgeyan aşkere kiribû.)

6- WEŞANA TV Û RADYOYAN A BI KURDÎ: bersiva ji bo daxwaza "Divê di weşanên bi zimanê biyanî yên radyo û Tv yên raya giştî de bi awayeke wekhev nêzî Kurdî jî bibin" wiha ye: "Dewlet nikare mudaxeleyê bernameyên weşanê bike, di vê mijarê de yasayên eyaletan ên ji bo weşanan derbasdar in. Sala 1987ê cara yekemîn WRT dest bi weşana radyoya bi Kurdî kir. Îro jî di radyoya girêdayî 'Funkhaus Europa' de hefteyê saetek weşana radyoyê bi Kurdî ye."

7- CEJNA NEWROZÊ: bersiva ji bo daxwaza "Divê Cejna Newrozê di çarçoveya biryara UNESCO ya di 23’ê sibata 2010 de weke roja fermî ya bêhndanê were qebûlkirin" wiha ye: "Hukûmeta Federal ne xwedî wê rayeyê ye ku bikare rojên bêhndanê diyar bike. Di vê mijarê de xalên makeqanûnê hene, di vê mijarê de yasayên eyaletan derbasdar in." (Ji bo Misilmanên li Almanyayê dijîn cejnên Remezan û Qûrbanê weke bênhdanên fermî tên qebûlkirin)

8- JI BO HEVSENGIYÊ NUNERÊN KURD: Bersiva ji bo daxwaza "Divê ji bo entegrasyonê di Konseya Piştevaniya Federal de nunerên Kurdan jî hebin" jî wiha ye: "32 endamên Konseyê hene, evane ji saziyên penaberan ên li seranserê Almanyayê xwedî bandor hatin hilbijartin. Di vê Konseyê de ji BAGIVê nunerek Kurd heye" (Balkêş e ku 5 endamên Tirk di vê konseyê de hene, zêdetirê milyonek Kurd li Almanyayê heye û tenê nunerek heye, her wiha tu endamên YEK-KOMa ku rêxistina herî mezin a Kurdan e li Almanyayê û 72 komeleyên wê hene, di vê konseyê de tune ye.)

9- AGAHDARKIRINA BI KURDÎ: Bersiva ji bo daxwaza “Divê agahiyên siyasî û çandî bi zimanê zimakî Kurdî bêne belavkirin û weşandin” jî wiha ye: "Ji bo vê yekê butçeya Hukûmeta Federal tune ye". (lê heman Wezaretê 24ê Sibata 2011 bersivê dabû pêşniyarpirsek a Parlementera Partiya Çepgir Ulla Jelpke û dabû diyarkirin ku ji bo projeyên hevsengî û agahdarkirinê ji bo NAVENDê salê 2002-2004 100 hezar Euro, salên 2006-2009 176 hezar Euro, salên 2010-2013 jî 172 hezar Euro butçe hatibû veqetandin. Bi heman awayî ji bo KOMCIWAN'ê jî hukûmetê sala 2011 bûçteyek 140 hezar Euro dabû)

10- PENABERÊN KURD: Bersiva ji daxwaza "Divê dawî li dersînorkirina Kurdên di nava siyasetê de çalak bê anîn û ji nû ve venêrîna li ser dosyayên Kurdên ku navê wan ê penahiyê hatiye qebûlkirin, bi dawî bibe” jî wiha ye: "Li hemberî Kurdan polîtîkayeke taybet a dersînorkirinê tune. Kesên ku têne dersînorkirin ne tenê ji ber ku Kurd in, ji ber ku dosyayên wan wiha dixwaze tên dersînorkirin. Her wiha tiştek bi navê şûnde wergirtina statuya penabertiyê ya ku ji bo Kurdan hatiye dayin tune."

11-ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD: Bersiva daxwaza "Divê Hukûmeta Federal ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên aşitiyane û demokratîk çareser bibe, zêdetir hewl bide" jî wiha ye: "Hukûmeta me bi baldarî pirsgirêka Kurd dişopîne û dixwaze bi rêyên siyasî çareser bibe. Hukûmeta Tirk xwestiye pirsgirêka Kurd çareser bike û em piştgirî didin pêvajoya “pêşîlêvekirina demokratîk” a sala 2009 hatibû destpêkirin. Bi vê armancê mafên çandî yên Kurdan hatin bihêzkirin. Ji bo televîzyonên Kurdî, di zanîngehan de perwerdehiya Kurdî û dersên vebijark pêngav hatin avêtin.

Di vê dema aloz û pevçûn dijwar dibin de, hukûmeta Federal daye diyarkirin ku pirsgirêka Kurd tenê bi rêyên siyasî çareser dibe û ji bo vê yekê cesaretê daye hukûmeta Tirk. Em xebatên reforma makeqanûnê ya ku di payiza 2011 de dest pê kir girîng dibînin. Çareseriya pirsgirêka Kurd dikare bi rêyên aşitiyane ku hemû alî beşdar bibin çareser bibe. Êrîşên terorîstan kir û tundî yek ji astengiyên girîng a li pêşiya hewaya çareseriya siyasî ye.

12- KOMA DIYALOGA OLAN: Daxwaza "Kurd; xwedî baweriyên olî yên weke Xirstiyanî, Êzidîtî, Elewî û Îslamê ne. Ji ber vê jî divê bikeve nava Koma Xebata ji bo Diyaloga Olan de cih bigire” wiha tê bersivandin: "Ji bo Kurdên li Almanyayê dijîn, tu astengiyek tune ye ku tevlî komên baweriyên olî bibin an jî komele ava bikin. Her çendî ne welatiyên Almanyayê ne jî, lê dikarin di vî warî de ji hemû mafên xwe sûdê werbigirin. Ji ber wê jî hukûmet pêwîstî pê nabîne ku divê mijarê de muzakere bike."