Ji ber weşandina fîlmê Piyanist ceza li Gun TV hat birîn!

Ji ber weşandina fîlmê Piyanist ceza li Gun TV hat birîn!

Qenala televîzyonê ya herêmî Gun TV a li Amedê weşana xwe dike, ji ber fîlmê "Piyanist" ê xwedî Xelata Cannes û Oscarê weşand, ji aliyê RTUK'ê ve hat cezakirin.

Desteya Bilind a Radyo Televîzyonê ya Tirkiyeyê (RTUK), ji ber ku fîlmê 'Piyanist' ê derhêner Roman Polanski, ku behsa piyanîstekî Yahûdî yê ji çûyîna kampên komkirinê rizgar bûye vedibêje weşand, cezayê hişyariyê da Gun TV. RTUK'ê der barê cezayê li qenalê birî de, nîşaneya +18 a destpêka fîlm hatibû nîşandan lê piştre ji ekranê hat rakirin, weke hincet nîşan da.

Biryar, li hemberî îtirazên 4 endamên ji kontenjanên CHP, MHP û HDP'ê, bi dengên 5 endamên ji kontenjana AKP'ê hat wergirtin.