Ji ber li muzîka Kurdî guhdarî kir hat qetilkirin

Ji ber li muzîka Kurdî guhdarî kir hat qetilkirin

Hat ragihandin, Salîh Kaçmaz ê li navçeya Nîgde Borê karê barkirin-ragihandinê dikir, ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî kiriye ji aliyê kesekî bi navê R.K. yê bi hev re nîqaş dikir ve, bi çekê hat qetilkirin. Cenazeyê Kaçmaz ji bo kar û barên otopsiyê anîn Morga Saziya Tipa Edlî ya li Edeneyê.

Li nêzî gundê Bayat ê navçeya Nîgde Borê, di navbera Salîh Kaçmaz (36) ê karê barkirin-ragihandinê dikir û xwediyê erd de bi sedema bi dengê bilind li kamyonetê li muzîka Kurdî guhdarî kiriye nîqaş derket. Piştî ku nîqaş veguherî pevçûnê R.K. bi çeka li gel xwe Kaçmaz bi xedarî birîndar kir. Bi ambûlansê Kaçmaz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bor lê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku R.K. piştî bûyerê reviyaye.

Jenderme ji bo girtina R.K. dest bi kar kir û cenazeyê Kaçmaz jî ji bo kar û barên otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya li Edeneyê. Bi hatina cenaze re malbata Kaçmaz li ber Morga Saziya Tipa Edlî li hev kom bû. Li gorî agahiyên ji xizmên Kaçmaz hatin wergirtin, di dema bûyerê de li cem Kaçmaz ê ji Amedê xizmekî wî hebû, ji bo kar çûbûn navçeya Borê, piştî ku wesayîta xwe li cihekî parkkir, bi sedema bi dengê bilind li muzîka Kurdî guhdarî kiriye xwedî erd R.K. bi Kaçmaz re pev çûye û R.K. bi çeka li gel xwe Kaçmaz birîndar kiriye. Hat ragihandin ku piştî bûyerê R.K. reviyaye, lê belê kesekî din ê li cihê bûyerê bûye hatiye binçavkirin.

Tê payîn cenazeyê Kaçmaz îro ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê bê wergirtin.