Ji ber li dijî mûayeneya bi awayekî kelepçekirî derket, rastî tundiyê hat

Girtî Mazlûm Aksaç ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê tê girtin, ji ber di dema mûayeneyê de nexwest destên wî kelepçekirî bin, rastî tundiyê hat.

Girtiyê bi navê Mazlûm Aksaç ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê tê ragirtin, di hevdîtina li ser telefonê ya bi malbata xwe re de da zanîn ku ji bo tedawiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê û ji ber ku di dema mûayeneyê de nexwestiye destên wî kelepçekirî bin, ji hêla leşker û gardiyanan ve rastî muameleyeke xerab hatiye. 

Endamên malbatê têkildarî bûyerê agahî dan. Endamên malbatê gotin ku hestiyên di pişta Aksaç de mezin dibin lewma di 26’ê Kanûna 2024’an de rakirine nexweşxaneyê, gardiyaneke bi navê B. ferz kiriye ku Aksaç di dema mûayeneyê de dest kelepçekirî be û dema Aksaç li dijî vê derketî jî qirika wî şidandiye û heqaret lê kiriye.

Endamên malbatê, diyar kirin ku bêyî Aksaç were tedawîkirin dîsa vegerandine girtîgehê û têkildarî binpêkirinên mafan banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan kirin. Endamên malbatê, dan zanîn ku dê têkildarî mijarê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin.