Ji Bedlîsê ji bo Rojava kermes

Ji Bedlîsê ji bo Rojava kermes

Xwendekarên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şerzan Kurt ji bo Rojava kermes amade kirin.

Di çarçoveya kampanyaya li Norşînê di bin pêşgeniya BDP'ê hatî destpêkirin xwendekarên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şerzan Kurt a Şaredariya Norşînê kermez li dar xistin.

Xwendekarên hilberînên li malan bi destan çêkirin kom kirin û ji bo gelê Rojava firotin. Konê kermes li Qada Roboskiyê ya Şaredariyê hate vekirin.

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bedlîsê Şahîn Çoban, rêxistinên BDP'ê yên Norşîn, Tetwan, Xelat, Adilcewaz, Rêveberiya HDP'ê ya Bedlîsê, Şaredarê Norşîn Mehmet Emîn Ozkan, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatiyan kon ziyaret kirin.

Kermes dê heta êvarî vekirî be.