Ji BDP'ê ji bo Tuncel Kurtiz peyama sersaxiyê

Ji BDP'ê ji bo Tuncel Kurtiz peyama sersaxiyê

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji bo lîstikvanê sînemayê Tuncel Kurtiz ê îro jiyana xwe ji dest da, peyameke sersaxiyê weşand. Peyama bi îmzeya Hevserokan Gulten Kişanak û Selahattîn Demîrtaş wiha ye:

"Bi xemgînî me bihîstin ku lîstikvanê rêzdar ê sînema û şanoyê Birêz Tuncel Kurtiz wefat kiriye. Wefaza Birêz Kurtiz, ku bi berhemên xwe yên giranbuha mîrateyeke girîng ji nifşên pêşerojê re hiştiye, ji bo cîhana hunerê windahiyeke gelekî mezin e.

Bi kesayetiya xwe ya kedkar û li pêşberî pirsgirêkên civakî re bi wicdanê xwe yê hestiyar, hem ji cîhana hunerê re bûye mînak hem jî ji pêşketina şano, sînema û hunermendan pêşengî kiriye. Hunermendekî welê ye ku valahiya wî dê ti carî neye dagirtin. Emê wî her tim bi hezkirin, hesret û minetê bibîr bînin. Bîranîna wî dê bi berhemên wî yên giranbuha bijî. Rehma xwedî li Birêz Kurtiz be, bila serê malbat, hezkiriyên wî û tevahiya cîhana hunerê sax be."