Ji BDP’ê civînên 'Jiyaneke Azad û Rizgariya Demokratîk'
Ji BDP’ê civînên 'Jiyaneke Azad û Rizgariya Demokratîk'
Ji BDP’ê civînên 'Jiyaneke Azad û Rizgariya Demokratîk'
BDP’ê di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP’ê de biyra destpêkirina hamleya rêxistibûneke nû girt. BDP’ê ku dê ‘civînên Hamleya Înşakirina Jiyaneke Azad û Rizgahiya Demokratîk’ pêk bîne, dê pêvajoye bi gel re biaxive.
BDP’ê di 22’ê Nîsanê de civîna xwe ya LRN’yê pêk anîn û biryara ‘Hamleya înşakirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk’, dê bi civînên gel teşe bikin.
Ji bo ku biryar bi gel re bê parvekirin, biryara destpêkirina hamleya rêxistinbûneke nû hat girtin. Li gorî vê biryarê, ji bo pêvajo bê bi rêxistinkirin, bi awayekî têr û baş bê agahdarkirin û gel bi hêzeke mezin tevli bibe, dê BDP’ê bê navber û li her derê civînên gel pêk bîne.
Bi van civînan tê hedefkirin ku gel bi coş û baldariyeke mezin tevli pêvajoyê bibe. li her herêmê dê komîyonên ji 5 kesan pêk tê bê avakirin û bi giştî li 45 bajar, li 74 herêman gund bi gund, tax bi tax dê civÎn pêk werin. Her wiha dê parlmenter, endamên LRN û PM, hevserokên navend û navçeyan, encdamên meclisan dê tevli bibin.
Tê hedefkirin ku civîn heta 10’ê Gulanê bi dawî bin.