Ji Avûstûryayê helwest: Ji bo yên ku deng dane Erdogan Tirkiye baştir e

Yek ji navê li pêş yê partiya rastgirê radîkal a Partiya Azadîxwaz a Avûstûryayê (FPO) Johann Gudenus ji bo kesên ku dengê xwe dane Erdogan bi helwestekê got, ji bo kesên ku dengê xwe dane Erdogan Tirkiye baştir e.

Li Avûstûryayê Erdogan ji  sendoqê yekemin derket. Partiya rastgir a Avûstûryayê xwedî helwest e. 72,3 yê hilbijêran dengê xwe dane Erdogan.

Gudenus ku yek ji navê li pêş ê FPO’yê ye û got, ‘’Ji bo kesên k udi hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe dane Recep Tayyîp Erdogan, li gorî Avûstûryayê ez dibêjim Tirkiye cihekî pir baştir e.’’

Gudenûs got, ‘’Encama vê hilbijartinê nîşan dide ku bi hezarên Tirkiyên ku li welatê me dijîn bi rengekî trajik entegrasyona wan ne serkeftî ye.’’

Li Elmanya jî ku Erdogan bû yê yekem, hilbijêrên Tirk dane ber hilbijêrên Neo-naziyan.