Ji avakerên Plaza de Mayo Carmen Cobo jiyana xwe ji dest da

Carmen Cobo ku yek ji damezrînerên Dayîkên Plaza de Mayo bû jiyana xwe ji dest da.

Carmen Cobo ku yek ji damezrînerên Dayîkên Plaza de Mayo ya li Arjantînê ji bo peydakirina zarokên wenda têdikoşe û ji Dayîkên Şemiyê re bûye îlham, jiyana xwe ji dest da.

Dayîkên Şemiyê li ser hesabên xwe yên Twîtterê agahiya wefata Cobo belav kirin. Di peyama ji bo Cobo ya Dayîkên Şemiyê de ev tişt hate gotin:

“Em bi bihîstina agahiya wefata Carmen Cobo ku yek ji dayîkên damezrîner a Plaza De Mayo bû û bi hebûna xwe ji me re bû îlham, êşek kûr dijîn. Têkoşîna bi biriyar a Carmen Cobo ku 45 salan dev ji tekoşîna heqîqet û edaletê ya ji bo keça xwe Ines û hemî Arjantîniyên ku bi darê zorê hatinê winda kirin, mîrateya me ye.”

Dayikên Plaza de Mayo ji hêla dayikên Arjantînî ve ku zarokên wan di dema dîktatoriya leşkerî ya di navbera salên 1976 û 1983’an de winda bûne hatiye damezrandin. Dayikan di sala 1977’an de li Plaza de Mayo ya paytext Bûenos Aîresê û li ber qesra serokatiyê ya Casa Rosa çalakiya xwe ya yekem dan destpêkirin. Dayikên ku laçika spî dane serê xwe hewl dan sûcên ku ji aliyê rejîma leşkerî ve hatine kirin eşkere bikin. Têkoşîna dayikan îlham da tevgera mafên mirovan a li çar aliyê cîhanê.