Ji Asurî-Suryaniyan ji bo Kobanê alîkarî

Ji Asurî-Suryaniyan ji bo Kobanê alîkarî

Asurî-Suryaniyên li Mêrdînê dijîn bi armanca piştevaniya bo Kobanê alîkariyên ku berhev kiribûn bi hevkariya Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol şandin Pirsûsê.

Asurî-Suryaniyên li Mêrdînê dijîn, bi armanca piştevaniya bi gelê Kobanê re ku di bin êrîşên DAIŞ’ê de ne, kampanyaya dabûn destpêkirin didomînin. Asurî-Suryaniyên ku berê jî gelek caran alîkarî şandin Kobanê, îro jî amûrên wekê nivînên ortopedîk, lihêf û yên tibî şandin. Alîkariyên li Keşîşxaneya Deyrulzafaran hatin berhevkirin vê sibehê di bi çavdariya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol û nûnerê gelê Suryanî Vedî Aydin ve ji bo bigihînin Kobaniyan bi wesayîtan birin Pirsûsê.