Ji Asayîşa Giştî ya Rojavayê Kurdistan hişyarî
Ji Asayîşa Giştî ya Rojavayê Kurdistan hişyarî
Ji Asayîşa Giştî ya Rojavayê Kurdistan hişyarî
Rêveberiya Asayîşa Rojava sala nû li hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê pîroz kir. Asayîşa Rojava bang li welatiyan kir ku di pîrozbahiyan de fîşekên hewayî bi kar neyînin û li hember maşîn û alavên bi guman navendên asayişa şiyar bikin.
Bi boneya pîrozbahiyên sala nû Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek niviskî weşand. Rêveberiya Asayîşê sala nû li hemû gelên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê pîroz kir. Rêveberiya Asayîşê ji hemû kesî xwest ku bi rihê berpisyariyê tevbigerin û ewlekariya welatiyan biparêzin. Ji welatiyan hate xwestin ku maşîn û alavên guman li ser hebin, navendên asayîşa şiyar bikin.
Di berdewama daxuyaniyê de ji malbatan hate xwestin ku di pîrozbahiyan de li zarokê xwe miqatebin da ku fîşekên hawayî bikar neyînin. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên Asayîşê komên xwe amadekirine, da ku parastina hemû kolan û deveran bikin.