Ji ANF'ê hişyariya girîng

Malpera twîtterê ya servîsa Kurmancî ya ANF'ê doh êvarê hate têkbirin û nûçe û dîmenên ku ajansa me parve nekirine diweşîne. Bi vî rengî hewl tê dayin ku serê mirovan tevlîhev bikin.

Twittera servîsa Kurmancî ya ANF'ê doh êvarê hack kirin. Piştre jî dîmenên ku îdîa dikin ên çalakiya 17'ê Tîrmehê ya li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ye li twittera ANF Kurdî ya ku hate têkbirin, hatin weşandin.

Ti eleqeya ajansa me bi wan dîmenan nîne û xuya ye ev yek ji aliyê hin derdoran ve bi zanebûn hatiye kirin.

Em dixwazin ji xwendevan û şopdarên xwe yên twitterê re ragihînin ku ti eleqeya ANF'ê bi wan dîmenan re nîne.