Ji AKP’ê bo dersxaneyan eyera kurd!

Ji AKP’ê bo dersxaneyan eyera kurd!

Piştî gotinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan yên der barê dersxaneyan de, di navbera Cemeeta Gulen ya ku li herêmê li ser dersxaneyan xwe bi rêxistin kir û AKP’ê de alozî pêk hat. Hikûmetê ji bo vê aloziyê formulek dît.  Pêşnûmeya der barê dersxaneyan de hatiye  amadekirin li ser maseya Erdogan hatiye rawestandin û di bin navê ‘bandora dersxaneyan a li ser terorê’ raporek hate pêşkêşkirin. Di raporê de  tê gotin ku dersxaneyên li herêmê di xebatên di bin ‘têkoşîna bi terorê re’ gelek bi bandore û hate xwestin ku dersxaneyên herêmê bila li derveyê vê çarçoveyê bê girtin.

Piştî gotinên Erdogan yên weke ‘Hûn dê xizmetê bidin perwerdê, dibistanan ava bikin, xwe bikin dibistan.  Em jî ji we girtina xizmetê bikin û polên we bi xwendekarên xwe tije bikin. Bedel çibe emê bidin.  Em we li derve nahêlin. Em ê ji razemeniyê rizgar bibin û hun ê jî xizmeta xwe bidomînin.’ Di navbera Cemeata Gulen û AKP’ê de alozî derket. 

Piştî daxuyaniya Erdgoan, Fetullah Gulen wiha gotibû: “ Dema malên we hatin girtin hun dê yurdan vebikin. Dema yurdên we bê girtin dê mal bê çêkeirin. Dema dibistan bên girtin dê zanîngeh bên vekirin. Dema zanîngeh bê girtin dê 10 dibistan bê vekirin. Bê navber divê em bimeşin.  Dema mirov bi hin kesên din re mijul bibin, hun dê îsrafê bikin.  Hesabê îsrafê jî dê Xweda bipirse.”

 MODELA TENDURISTIYÊ MÎNAK HAT GIRTIN

Piştî alozî derket hikûmeta AKP’ê  jî xebat da rawestandin. Di nava vê demê de daxuyaniyên hatin kirin jî modela ji bo dersxaneyan hate pêşniyarkirin bi modela qada tenduristiyê re heman bû. Pergaleke wisa AKP’ê ewil di qada tenduristiyê de ava kir. Nexweşxaneyên taybet hatin handan û li nexweşxaneyên taybet lêçûnên tedawiyê hinek ji aliyê dewletê ve û hine jî ji aliyê welatiyan ve hat girtin.  Encamên vê yên çend salên dawî me bi zêdebûna nexweşxaneyên taybet dît. Qada tenduristiyê bû qada bazirganiyê. Bi projeya dersxaneyan jî hewl tê dayin ku heman guherîn pêk were.

JI KEMALÎST Û CEMEATAN BERTEKA HEVPAR

Di vê dema ku nîqaş zêde tê kirin de dersxaneyên Kemalîst li dijî vê derket.  Ev bloka ku bi Cemeetê re heman bertek nîşan da, hevkariya wan a bi Cemeetê re bal kişand. Guven-Der ku dersxaneya Cemetê ye û Oz-De-Bîr  ya bi nêzîkatiya xwe ya Kemalîst tê zanîn bi hev re daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev mijar ji bo pêşeroja xwendekar, malbat û mamosteyan bi fikar e.

Piştî ku nîqaş zêde bûn Cemeetê vê carê sendîka ava kir û sendîkayek ava kir û bersiv da hikûmetê. Di vê çarçoveyê de di bi navê ‘Sendîkaya Hîndekarên Aktîf’ de sendîka ava kirin. Piştî avakirinê hejmara endamên sendîkayê di carekê de bû 35 hezar. Hikûmeta ku ev bertek dît, tercîh kir ku van nîqaşn bide rawestandin.

Piştî vê sendîkayê xwe fesh kir û xebat da sekinandin. Piştî van pêvajoyan hikûmetê dîsa xebatê dersxaneyan anî rojevê. Xebat ji serokwezîr hat pirsîn. Tê payîn ku ev xebata li ser maseya Erdogan hatiye rawestandin di nava vê hefteyê de bê rojevê. AKP’yî jî ji bo pirsgirêkên berê yên bi Cemeetê re pêk neyên raporek der barê dersxaneyan de da Erdogan.