Ji 60 welatî cîhadperest diherikin Sûriyê
Ji 60 welatî cîhadperest diherikin Sûriyê
Ji 60 welatî cîhadperest diherikin Sûriyê
Hat ragihandin, hejmara cîhadperestên biyanî yên ji bo li nava El Qaîde û El Nûsrayê şer bikin ji Sûriyê re hatine şandin, hejmara mucahîtên biyanî yên di salên 80 de bi piştgiriya Yekitiya Sowyetan li hemberî rejîma Efgan şer dikir, derbas kiriye. Li gorî nûçeya rojnameya Washington Times, li Sûriyeya ku ji Adara 2011'an û vir ve lê şerê navxweyî heye, di navbera 5 û 10 hezar cîhadperestên biyanî hene.
Yek ji lêkolînerên Enstîtuya Washingtonê pisporê El Qaîdê û Sûriyê Aaron Y. Zelîn diyar kir ku rewşa li Sûriyê bi rewşa şerê mucahîtan ê li hemberî rejîma Efgan nayê pêşhevkirin. Li gorî Zelîn li Sûriyê herî kêm ji 60 neteweyên cuda cîhadperest hene. Gelek ji van ji Erebîstana Siûdî, Lîbya û Tûnisê, hejmarekî kêm cîhadperest ji Îngîlîstanê, Belçîka, Fransa û Holanda û ji DYE’ê jî di navbera 10-20 cîhadperest di nava şerên li Sûriyê de cih digirin. Hat ragihandin ku piraniya cîadperestên biyanî ji Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê ku ji welatên Rojava piştgiriyê dibîne qut bûne û bşdarî komên radîkal ên mîna El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê ku ji Artêşa Azad veqetiyane, bûne. Hat diyar kirin ku cîhadperestên biyanî ji sedî 60 wan di nava El Nusrayê de cih digirin.
Di serê vê mehê de komekî muhalîf ya Sûriyeyê ji Koalisyona Netewî ya Sûriyê veqetiyan li gel Eniya El Nusrayê Blokê Îslamî çêkirin. Ji analistê kevin yê CIA Michael Scheuer diyar kir ku cîhadperestên radîkal yên biyanî dema vedigerine welatên xwe jî metirsî çêdikin û îdiaya “ metirsiya vê ji a pêştir meztire” diyar kir.