Ji 26 rojnamegeran tenê 2 hatin berdan
Ji 26 rojnamegeran tenê 2 hatin berdan
Ji 26 rojnamegeran tenê 2 hatin berdan
Rûniştina doza 26 jê girtî 46 rojnamegerên ku li Stenbolê tên darizandin hat dîtin. Di rûniştinê de heyetê biryara berdana 2 kesan dan û berdewama girtina 24 kesan da. Heyetê Nûçegihana ANF'ê Zeynep Kuray û Nûçegihanê DÎHA'yê Sadik Topalogluserbest berda û rûniştina dozê taloqî 17-18-19 hezîranê kir.
4'emîn rûniştina 26 jê girtî 46 rojnamegerên Kurd, li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam dike. Di rûniştinê de hemû rojnamegerên girtî û 11 kesên bêyî girtî tên darizandin amade bûn. Piştî rojnamegeran parastin kir, Serokê Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Prz. Firat Epozdemîr, Ercan Kanar û gelek parêzerên din parastin kirin û xwestin muwekilê wan serbest bên berdan. Heyetê piştî parastinê navber da rûniştinê.
Heyetê piştî navberê Nûçegihana ANF'ê Zeynep Kuray û Nûçegihanê DÎHA'yê Sadik Topaloglu serbest berdan. Heyetê di derbarê 24 kesan de jî biryara dewama girtinê da û rûniştina dozê taloqî 17-18-19 Hezîranê kir.