Îtîraza têkildarî berdana polîsê kujerê Kemal Kûrkûk hate redkirin
Îtîraza berdana polîsê kujerê Kemal Kûrkût hate redkirin.
Îtîraza berdana polîsê kujerê Kemal Kûrkût hate redkirin.
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê ku dixwest tevlî mîtînga pîrozbahiya Newrozê ya roja 21'ê Adarê roja Sêşemê, beriya ku derbasî qada pîrozbahiyê bibe ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina Kemal Kûrkût de, polîsê kujer hatibû berdab. Îtîraza ku ji bo berdana kujer hatibû kirin hat redkirin.Dozgerê lêpirsînê dide meşandin berdana polîsê kujer ê bi şertê 'kontrola edlî'hat berdan îtîrazkiribû û îtîraza dozger ji aliyê Dadgeha Cezayê Sûlhê ve hate redkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna hatibû meşandin de ji 2 polîsên sûcdar yek jê di lêpirsîna li dozgeriyê de, yek jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatibû kirin û bi şertê 'kontrola edlî' hatibûn berdan. Her wiha Dozger daxwaz kir ku biryara veşartî danin ser dosyayê.