Beriya demekê hikûmeta Alman bersîvekî nerênî dabû daxwazên Kurdan ên ku di kampanyaya "Bila nasnameya Kurd were naskirin" de hatibûn aşkerekirin. Siyasetmedarên Kurd ku di siyaseta Alman de aktîf in dibêjin ev polîtîkaya hikûmetê ji aliyê îstixbaratê ve tê diyarkirin. Siyasetmederên Kurd bi bir tînin ku îstîxbarat bi aweyekî veşartî destekê dide rêxistina Naziyan a NSU û dibêjin: "Bila ne îstîxbarat li ser Kurdan biryarê bide û Almanya Kurdan neke qurbanê berjewendiyên xwe."
Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê 15ê cotmeha 2012 guhdarî 12 daxwazên Kurdan ên di çarçoveya kampanaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” de kiribû. Kurdan di kampanyayê de nêzî 60 hezar îmze berhev kiribûn û bi dehan saziyên ji her çar parçeyên Kurdistanê piştgirî dan kampanyayê. Wê rojê di meclîsê de Serokê Yekitiya Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç hatibû guhdarkirin.
Lê beriya aşkerekirina biryarê, giştînameyek bi îmzeya siyasetmedar Dr. Christoph Berber ê ku ji Demokratên Xrîstina di hukûmetê de peywirdar e, ji 26 endamên komîsyona daxwaznameyan re hate şandin. Di belgeya ku roja 5'ê Mijdarê hatiye şandin de tê gotin ku bila daxwazên Kurdan neyê qebûlkirin. Siyasetmedarên Kurd ên li Almanyayê dijîn jî dibêjin ku ev yek neheqiyek mezin e û divê hikûmeta Berlînê helwesta xwe ya li hemberî Kurdan biguhirîne.
Endema Meclîsa Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir, parlamenterên berê yên eyelata NRWê Alî Atalan û Hamîde Akbayir û namzetê Kurd ê hilbijartinên eyelata Saksonya Jêrîn Yilmaz Kaba ji ANF'ê re nêrinên xwe yên derbarê belgeya hikûmetê vegotin.
OZDEMIR: ALMANYA NAXWAZE TIRKIYEYÊ ACIZ BIKE
Li gorî parlamentara eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir, ji ber têkiliyên bi Tirkiyeyê re hikûmet xwedî helwestekî bi vî rengî ye. Ozdemir balê dikişine têkiliyên xurt ên bi Tirkiyeyê re dibêje: "Almanya naxwaze gavên ku Tirkiyeyeyê aciz bike biavêje. Ne tenên Kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn herwiha Kurdên li Almanyayê jî dibin mexdûrê vê têkiliyê."
Ozdemir dibêje dê qebûlkirina nasnameya Kurd zererê bide têkiliyên bi Tirkiyeyê re. Şîroveya parlamentara Hamburgê bi vî rengî ye: "Hê di destpêkê de ev kampanya ne li gorî dilê Almanya bû. Ev yek jixwe ne qanûnî ye û hikûmet destûra welatê xwe bin pê dike. Divê hikûmet vê pirsê ji xwe bike; Gelo siyaseta min çiqas li gorî destûrê ye. Misoger, ew bi xwe jî dizanîn ku ev helwestekî antî demokratîk e."
ATALAN: EV YEK NE KARÊ WEZARETA NAVXWEYÎ YE
Parlamentêr berê ye Eyelata Westfalya Ren a Bakûr (NRW) Ali Atalan jî destnîşan dike ku bersîvdayîna hemû daxwazan ne karê Wezareta Navxweyî ye û vê nerazîbûnê nîşan da: "Piraniya daxwazan Wezareta Karên Navxweyî elaqeder nake. Divê dewsa wan Wezareta Derve, Wezareta Perwerdehiyê û Wezareta Entegrasyonê bersivê bida. Ji bo vê jî mirov dikare bi vê belge ne tenê ji aliyê naverokê ve, herwiha ji aliyê şêwazê ve jî sosretiyek mezin e."
Atalan xwest Almanya bi lezginî siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan biguhirîne vê peyamê da: "Siyaseta li dijî Kurdan jî aliyê saziya îstîxbaratê ya bi navê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ve tê diyarkirin. Çawa tê zanîn ev sazî demekî dirêj destekê daye rêxistina terorîst a Naziyan NSU'yê. Niha hikûmet siyaseta xwe ya ji bo Kurdan li gorî raporên vê saziyê dimeşîne. Ev yek jî rûreşiya hikûmetê nîşan dide."
AKYAYÎR: A GIRÎNG HELWESTA ENDAMÊN KOMÎSYONÊ YE
Parlamentera berê ya eyelata NRW'ê Hamîde Akbayîr jî dibêje ku Almanya naxwaze mafên ku daye tevahiya koçbaren bide Kurdan. Akbayîra ku niha alîkara serokê rêxistana Partiya Çep a Kolnê ye di derbarê helwesta hikûmetê de vê nerazîbûnê nîşan da:
"Bi ya min Meclîsa Fedaral ku kampanyaya Kurdan xiste rojeva xwe gavek girîng avêt. Lê belê divê em nekevin dûv hêviyên mezin. Hikûmet helwestekî wekî berî 12 salan ango berî 8 salan nîşan dide û dil nade siyasetekî nû bimeşîne. Ev yek ji bo demokrasiya Alman şermek mezin e. Ji ber ku ev maf hemû ji bo koçberên dî hatiye dayîn.
Divê berê her tiştî ziyneyata li dijî Kurdan were guhertin. Kurd wekî kesên sûcdar tên dîtin. Lêbelê mafên Kurdan ên rewa tên ji bîr kirin. Ji niha û şûn ve helwesta endamên komîsyona daxwaznameyan girîng e. Kurd jî divê zextê li eyaletan bikin û li mafê xwe bipirsin. Eger eyalet ji bo Kurdan biryarên erênî wergirin dê hikûmeta fedaral jî neçar bimîne siyaseta xwe careke din saz bike. Ji bo vê jî divê em bi aramî tevbigerin."
KABA: ALMANYA PEYMANÊN KU ÎMZE KIRIYE JI BÎR DIKE
Yilmaz Kaba jî ku ji bo parlamanteriyê ji lîsteya Partiya Çep kete hilbijartên Eyaleta Saksyona Jêrîn, li hemberî helwasta hikûmetê nerazîbûnekî tûnd nîşan da. Kaba dibêje Almanya ji bilî destûra xwe peymanên navnetewî yên heta niha îmze kiri jî ji bîr dike. Siyasetmedarê Kurd ku li Almanyayê hatiye dinê vê peyamê da:
"Mixabin Almanya cûdahiya li dijî Kurdan ji xwe re kiriye siyasetekî esasî. Ev siyaset jî berdewamiya siyaseta înkarkirina Kurdan e ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê maşandin. Kurd baweriya xwe demokrasiya Almanya anîn û ji bo vê hatin vî welatî. Lêbelê Kurd niha li vî welatî jî rastê neheqiyekî mezin dibin. Eger di hilbijartinên 20'ê Çileya 2013'an werim hilbijartin ez ê vê mijarê têxim rojeva meclîsê.
WAZERATA NAVXWEYÎ ÇI GOTI BÛ?
Cara yekemîn ANF'ê di nûçeya xwe 21'ê Mijdara 2012'an de cih dabû belgeya Wezareta Navxweyî ya Alman ku ji bo endamên Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal hatibû şandin. Li gorî belgeyê hikûmet ji biraniya 12 daxwazên Kurdan re nerênî dide û herwiha dixwaze bandorê li biryara endamên komîsyonê bike.
Li hemgerî kampanyaya "Bila nasnameya Kurdan bê nasîn" û israra “Em dixwazin mîna komên din ên penaberan bên nasîn” , Wezareta Navxweyî ya Alman di giştînameya xwe ya bi dîroka 5ê mijdarê de dibêje: “Kurd dixwazin weke kêmaran bên nasîn, ev yek nayê qebûlkirin.” Wezaret ji bo daxwazên navên Kurdî jî dibêje “Ji bo penaberan yasayên welatên jê hatine derbasdar bin”, ji bo şêwirmendî û hevsengiya bi Kurdî jî tê gotin: “Butçeya me tune ye, me afîşa ‘Bi Almanî fêr bibin’ li Kurdî wergerand, ev yek bes e”.
Hikûmetê ji bo daxwaza "Bila qedexeya PKK'ê rabe" jî vê bersivê dabû: "Daxwaza ji bo qedexeya PKKê nayê bicihanîn. Ev 30 sal in ku PKK doza bi rêbazên terorîst li Tirkiyeyê didomîne û dixwaze vê dozê li rojavayê Ewropayê jî zindî bihêle. PKK ziyanê dide bi sedhezaran Tirk û Kurdên li Almanyayê bi hev re dijîn. PKK gef li ewlekariya me ya navxweyî dixe û di çarçoveya yasaya komeleyan de dê hemû tiştên pêwîst li hemberî vê pêkhateyê bên kirin."