Iraqê bi darvekirinan Îran li pey xwe hişt
Iraqê bi darvekirinan Îran li pey xwe hişt
Iraqê bi darvekirinan Îran li pey xwe hişt
Hikûmeta Iraqê îsal bi darvekirinên ku pêk anîn Îran li pey xwe hişt û di nava çar rojan de 23 kes darve kir.
Ji wezareta dadê ya hikûmeta Iraqê rayedarekî ku nexwest navê xwe aşkera bike, li gorî gahiyên ku dane di navbera 22- 26’ê îlonê de 20 jê ku di êrîşan de cih girtine û 3 heb jî ji sûcên din bi giştî 23 kes hatine darvekirin.
Wezîrê Dadê yê Iraqê Hesen Şemerî der barê mijarê de daxuyaniyekda û da zanîn ku yek ji kesên ku hatiye darvekirin di êrîşa bombeyî ya li hemberî bankaya Zewiye ya Bexdayê ya di sala 2009’an de pêk hatiye û bi mirina 8 kesî encam bûye, de cih girtiye.
Hikûmeta Iraqê di meha tebaxê de 17 kes darve kiribû. Li gorî hejmarên fermî ji serê sala 2013’an heta niha ji aliyê dadgehên Iraqê ve 90 kes hatine ceza kirin.
Rêxistina Efuyê ya Navnetewî di 25’ê îlonê de daxuyaniyek da û diyar kir hikûmeta Iraqê di meha îlonê de 13 kes darvekiriye û got ev kes di nava şert û mercên ne edlî de hatine darizandin.