Iraq: Haya me jê nîne ku me bi dewleta Tirk re li hev kiriye

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi tundî li ber bomberdûmana dewleta Tirk a li gundên Çomanê rabû ku sivîl lê hatibûn kuştin. Her wiha diyar kir ku îdîayên dewleta Tirk ên li ser operasyoneke derveyî sînor a bi Iraqê re, ne rast in.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Geliyê Balakatî yê navçeya Çoman a Hewlêrê barandibûn û 4 gundî kuştibûn. Iraqê nerazîbûneke tund nîşanî vê da. Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Binpêkirina sînorê Iraqê bi kêrî berjewendiyên têkiliyên Tirkiye-Iraqê nayê."

Tevî Wezareta Karên Derve ya Iraqê, YNK, Îslamî Yekgirtû, Goran, Tevgera Azadî û gelek partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl êrîş şermezar kirin.

Serokê Koma YNK'ê ya li Parlamenta Iraqê Arez Abdullah got, wê êrîşê û kuştina sivîlan bixin rojeva parlamentê.

HIKUMETA BAŞÛR XWEST ÊRÎŞÊ REWA BIKE

Lê belê Hikumeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û kampên PKK'ê weke hincet hate nîşandan û hewl da êrîşê rewa bike. Şêniyên gundên Balakatî nerazîbûneke tund nîşanî vê daxuyaniyê da. Gundiyan gotin, bomberdûman dewama êrîşên li ser Efrînê ye û diyar kirin, kampên PKK'ê li herêmê nînin, lê mîna ku hene, nîşan didin.

SEROKÊ KONSEYA EWLEKARIYÊ YA IRAQÊ: HAYA ME JI LIHEVKIRINÊ NÎNE

Wekî din, dewleta Tirk ev demeke gefê dixwe ku wê li nava xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd operasyonê bike û bi Iraqê re di vî warî de li hev kiriye. Serokê Konseya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamenta Iraqê Hakim Zamili diyar kir ku haya wan ji lihevkirian Bexda-Tirkiyeyê ya liser derxistina PKK'ê ji nava sînorên welêt nîne.

Zamili got, "Ji bo derxistina PKK'ê ji nava sînorên Iraqê li ser peymanek navbera Bexda û Tirkiyeyê li ber destê me nîne. Di mijara derxistina PKK'ê ji bakurê welêt de em cidî ne. Di vê mijarê de pêwîstî bi Tirkiyeyê nîne."

Zamili wiha dewam kir: "Di civînê de em ê ji Tirkiyeyê bixwazin ku îdîayên xwe yên li ser operasyoneke leşkerî ya li nava sînorên Iraqê rave bike."