Iraq daxwaza bajarbûyîna Helepçeyê qebûl kir
Iraq daxwaza bajarbûyîna Helepçeyê qebûl kir
Iraq daxwaza bajarbûyîna Helepçeyê qebûl kir
Hukumeta navendî ya Iraq’ê daxwaza hukumeta Federal a Herêma Kurdistan ya ji bo bajarbûyîna Helepçe qebûl kir.
Alîkarê sekreterê civata wezîran a Iraqê Ferhad Nîmetullah diyar kir ku di civîna giştî ya Hukumeta Iraqê de, daxwaza Hukumeta Federal a Herêma Kurdistanê ya ji bo statuya bajarbûyînê a Helepçe hate qebûlkirin.
Nimetûllah diyar kir ku îro wê di civîna civata giştî ya wezîran de sînorên bajarê Helepçe bêne diyar kirin.
Ji bo fermîbûna biryara civata wezîran bê erê kirin,wê di meclîsa Iraqê de bêxin dengdanê.
Parlementerê lîsta Kurdistaniye ya parlemana Iraqê Eşwaq Caf, diyar kiribû ku jibo Helepçe sitatuya bajarbûyinê bigre ew dixebitin.