Iraq: Alîkarê Bagdadî hate girtin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku serçeteyekî DAÎŞ'ê ku DYE lê digeriya, hatiye girtin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku serçeteyekî DAÎŞ'ê Samî Casim El Cabûrî bi operasyona servîsên îstîxbaratê "li derveyî sînor" hatiye girtin.

Washingtonê ji bo girtina Cabûrî 5 milyon dolar xelat danî bû. Li gorî DYE'yê Cabûrî yek ji berpirsyarên karê malî yê DAÎŞ'ê bû.

Di daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê de ji bo Cabûrî hate gotin, "Alîkarê Ebûbekir El Bagdadî û berpirsyarê fînansî yê rêxistinê bû."

Kazimî diyar kir ku Casim el Cabûrî di encama 'operasyoneke îstîxbaratî ya zehmet' de hatiye girtin.

Serçeteyê DAÎŞ'ê Ebûbekir El Bagdadî 27'ê Cotmeha 2019'an di encama operasyoneke DYE'yê de li herêmeke ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, hatibû kuştin.