Insîyatîva Zarokên Êgir li Bandirma û Sakarya çalakî kir

Insîyatîva Zarokên Êgir ragihand li Bandirmayê wan Kûleyeke Tepî û li Sakaryayê jî avahiya sê qatî ya ku malbatên polîs û leşker lê dimînin dane ber êgir.

Insîyatîva Zarokên  Êgir ragihand Kûleya Tepî ya 13,5 metroî ya ku li ser rêya meşê ya Kapidag Misyayê ya navçeya Bandirma  Balikesîrê, 30'ê Gulanê dane ber êgir.

Li gorî daxuyaniyê 1'ê Hezîranê jî li taxa Orhaniyê ya navçeya Geyve ya Sakaryayê avahiyeke sê qadî ya ku malbatên polîs û leşkeran lê dimînin, ''Ji bo ciwanê Kurd ku ji bo li muzîka Kurdî guhdarî dikir ji hêla faşîstan ve hatî kuştin'' dane ber êgir û kirine xwelî.

Insîyatîvê got,''Insîyatîva Zarokên Êgir li hemû bajar û bajarokan wê bi tolhildanê hesab ji we bixwaze. Di gav û cihê ku hûn li hêviyê ne em ê derkevin pêşberî we, hewcehiya sonda xwe ya tolhildanê bêkêmasî em ê bi cih bînin.''