Însiyatîfa Hilbijartinê ya "Piştî 10'an" li Îzmîrê jî bi rêxistin dibe

Însiyatîfa Hilbijartinê ya "Piştî 10'an" ku ji mirovên di nava HDP'ê de siyasetê nakin lê belê pîvanên HDP'ê bi qîmet dibînin pêk tê, piştî Stenbolê ji bo xwe li Îzmîrê birêxistin bike û tevkariyê li pêvajoya hilbijartinê bike, dest bi kar kir.

Însiyatîfa Hilbijartinê ya "Piştî 10'an" ku li Stenbolê destpê kir û piştre bi rêya medya civakî bi lez belav bû, li Îzmîrê xwe birêxistin dike. Endamên Însiyatîfê yên ji bo HDP bendê derbas bike dixebitin dibêjin, yekane hêza karibe AKP'ê qels bike HDP ye...

Însiyatîfa Hilbijartinê ya "Piştî 10'an" ku di nava HDP'ê de siyasetê nake lê belê pîvanên HDP'ê bi qîmet dibîne, piştî Stenbolê niha jî bi rêxistinbûyîna li Îzmîrê re dixwaze tevkariyê li pêvajoya hilbijartinê bike. Însiyatîfa ku li ser banga ji ser medya civakî biryara civîna duyemîn girt, di mijara rê û rêbazên di dema pêş de werin bikaranîn de, nîqaşên xwe dewam dike.

Weke ANF me bi endamên Însiyatîfê yên li Îzmîrê re hevdîtin kir û ji wan pirsî ku çima destekê didin HDP'ê.

'YEKANE RÊYA QELSKIRINA AKP'Ê, DESTEKKIRINA HDP'Ê YE'

Xwendekarê Zanîngeha Egeyê (EU) Ramazan Akbiyik ji Hopa ye. Akbiyik da xuyakirin ku di pêvajoya hilbijartinê de divê HDP were destekkirin û got, "Ez ne HDP'yî me, lê belê ji ber ku pêwîst dibînim ku divê HDP were destekkirin, li vir im. AKP îro bi polîtîkayên zextê re Tirkyeyê birêve dibe. Dixwaze gelên me çavtirsandî bike. Yekane rêya rizgariya ji vê, destekkirina HDP'ê ye. Ji ber ku ne MHP, ne CHP ne jî partiyên din nikarin welêt ji vê rewşê rizgar bikin. Bi destekkirina HDP'ê re eger bendê derbas bikin, ez bawerim ku wê rê nedin paşverûtiya AKP'ê. Ji ber vê yekê min biryar da di nava Însiyatîfa Hilbijartinê ya Piştî 10'an de cih bigirim."

'EGER HDP LI MECLÎSÊ BE WÊ HEVSENGIYA HÊZÊ DERKEVE HOLÊ'

Kenan Akbiyik jî diyar kir ku ew xwendekarê Zanîngeha Dokûz Eylul (DEU) ye û got, "Xwendekar im û eslê min ji Hopa ye. Ez bawerim ku divê em piştevaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd bikin. Ji ber vê yekê divê HDP bendê derbas bike û bikeve meclîsê. Bi dîtina min HDP wê karibe li Meclîsê AKP'ê qels bike. Ya ku em dikarin bikin, qet nebe bi xwe birêxistinkirinê re HDP'ê bişîne meclîsê. Ji ber ku, eger HDP bikeve meclîsê wê hevsengiya hêzê ava bibe, eger li derveyî meclîsê bimîne wê mûxalîf hêza xwe winda bikin. Lewma ez destekê didim HDP'ê."

'AKP'Ê DAXWAZA GUHERTINÊ YA DI NAVA CIVAKÊ DE BIKAR ANÎ'

Recep Aykin ê ji Îzmîrê jî got, "Ez jî ji destpêkê ve destekê didim Tevgera Azadiyê ya Kurd. Di rewşa heyî de dikarim bi hêsanî bêjim ku em dema herî girîng a hilbijartinê ya dîroka Tirkiyeyê dijîn. AKP'ê daxwaza guhertinê ya di nava civakê de bikar anî û bi vî rengî atmosferek afirand. Lê belê AKP'ê di pêvajoya 15 salan a desthilatdariya xwe de 3 tişt ji gel re vegot; ya yekemîn got ez ê destûra bingehîn biguherînim, ya duyemîn got ez ê pirsgirêka sernixumandinê ji holê rakim, ya sêyemî jî got ez ê pirsgirêka Kurd çareser bikim. Di rewşa heyî de em dibînin ku ti ji van pirsgirêkan bi temamî çareser nebûne. AKP'ê pêwîtiya civakê ya li guhertinê, di demên hilbijartinê de gelekî baş bikar anî. Lê belê girîngiya pêvajoya aştiyê wê di dema pêş de bêhtir bê fêmkirin. Tevgera Kurd ev 40 sal in ji bo aştiyê dixwaze li dora maseyê rûnê. Her çend AKP dixwaze vê yekê ji bo xwe bikar bîne jî, rastî ne bi vî rengî ye. Em dibînin ku bi her şêwe dek û dolaban re dixwaze Tevgera Kurd ji dora maseyê rake. Lê belê Rêberê Tevgera Kurd bi israr dibêje 'aştî, aştî' û naxwaze ji maseyê rabe. Herî dawî me di provokasyona Agirî de dît. Dema ji pêvajoya Oslo û vir ve were nirxandin, wê were dîtin ku her tim bi provokasyonan re hewl dide pêvajoyê bimeşîne. Lê belê em dizanin ku dewlet tevî ku li dora maseyê rûniştiye jî dixwaze tevgerên gel qels bike û daxwazan biçûk bike. Lê aşkera ye ku Tevgera Kurd daxwaz û îdîaya xwe datîne holê û ev yek bi xweşiya dewletê naçe. Ji ber vê yekê divê HDP li meclîsê be. Bi dîtina min divê ji meclîsê hêz û tevkarî li pêvajoya aştiyê were kirin. Lewma destekê didin HDP'ê."

'DIVÊ KRÎZA SÎSTEMÊ WERE KÛRKIRIN'

Xwendekarê lîsansa bilind Ogûz Karayemîş ê ji Akhîşar a Manîsayê destnîşan kir ku ew di hilbijartinan de destekê dide HDP'ê û got, "Tevgera azadkirina erdnîgariya Kurdistanê, hemû rêveberên vê dewletê xist nava krîzê. Li vê krîzê pêvajoya Gezî jî zêde bû. Ya li holê, bê aramî û krîzeke kûrt a rêvebirinê ye. Lewma ev rewş, desthilatdariyê roj bi roj bêhtir dike cinawir. Bi dîtina min divê ev krîz bêhtir were xurtkirin. Ez HDP'ê weke 'bendeke' ji rêzê nabînim. HDP dikare vê krîzê kûrtir bike. Ji ber vê yekê divê HDP hîn bêhtir bi awayekî çalak rolê bigire ser milê xwe. Lewma destekê didim HDP'ê."

'HDP HEMÛ RENGAN VEDIHEWÎNE'

Semîha Karan a ku ji bidawîbûna dibistanê û vir ve hînê karek ji xwe re nedîtiye, anî ziman ku bi rêya hevalek xwe tevgera Piştî 10'an nas kiriye. Karan da xuyakirin ku HDP hemû rengan di nava xwe de vedihewîne û anî ziman ku li Tirkiyeyê partiyeke din a siyasî ya bi vî rengî nîne. Karan destnîşan kir ku di hilbijartinan de ew ê destekê bide HDP'ê.

'DAYÎNA DENGAN JI BO HDP'Ê, XWEDÎ WATEYEKÊ YE'

Eda Kiliçarslan a li naveneke taybet a etutê mamostetiyê dike ragihand, ku wê heta niha dengê xwe bikar neaniye, ji bo dengê xwe bidê partiyeke guncaw nedîtiye û got, "Ez heta niha alîgirê bikarneanîna dengan bûm. Ji pêvajoya kongreyê û vir ve ez HDP'ê ji nêz ve dişopînim. Dizanim ku xwedî rêxistinbûyîneke çawa ye. Ya rast, yekane partiya ku dibêjim dengê ez bidimê hêjayî wê ye, HDP ye. Lewma destekê didim HDP'ê. Bi dîtina min HDP xwedî gelek rengan e. Bê guman aliyên wê yên kêm hene ku rexne dikim. Lê belê dîsa jî bi dîtina min HDP ronahiyeke, rêxistinbûyîneke kolektîf e. Ji ber vê yekê dixwazim ku HDP benda ji sedî 10'an derbas bike."

GUMANA TEVGERA PIŞTÎ 10'AN A HDP'YÎBÛYÎNÊ NÎNE

Gamze Coşkûn jî da xuyakirin ku tevgera Piştî 10'an, tevgereke xwedî gumana HDP'bûyîn yan jî HDP'kirinê nîne û got, "Aktîvîstên tevgera Piştî 10'an, di gelek daxwazan de hevpar in. Ev daxwaz ji daxwaza aştiyê heta şîdeta li hemberî jinê, ji HES'an heta şîdeta polîsan xwedî gelek serenavan e. Ez çima dilxwaza tevgera Piştî 10'an de me? Di pêvajoya hilbijartinê û hilbijartinên Serokkomariyê de, pêngav û rewabûna HDP'ê bi taybetî jî Demîrtaş li ber çavan e... Ez bawerim ku bi kampanyayeke ji 'rojava' ya xwedî îmajeke cuda re wê bêhtir deng ji HDP'ê re were peydakirin. Li derveyî hilbijêrên HDP'ê, girseyên zane lê belê serî tevlîhev, bi rêya medya civakî bi hêsanî dikarin werin dîtin û rewş jê re were vegotin. Ji ber vê yekê min cihgirtina di nava tevgera Piştî 10'an de erênî dît."