Însiyatîfa Gel ji bo meşa Taksîmê bang kir
Însiyatîfa Gel ji bo meşa Taksîmê bang kir
Însiyatîfa Gel ji bo meşa Taksîmê bang kir
Însiyatîfa Gel a Marmarayê banga tevlibûna meşa ku dê roja şemiyê bi dirûşmeya ‘Ne mudaxaleya statukoku, ne jî ya emperyalîst, çareser yekitiya demokratîk a gelane’ kir.
Însiyatîfê der barê meşa ku dê roja şemiyê saet di 19’an de li Qada Galatasarayê destpê bike û heta Taksîmê didome, daxuyaniyek da û banga tevlibûnê kir.
Di daxuyaniyê de hat diyar kriin ku hikûmeta faşîst a AKP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj pêkanînên xwe yên dîktator zêde dike û terorê dimeşîne. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Hikûmeta AKP’ê ku divê di pêvajoya çareseriyê de pêngav bavêta, berovajî vê lez da xebatên çêkirina qerekol, bendav û her wiha pergala cerdevaniyê ji nûve kir meriyetê. Di van 8 mehên hawira bê pevçûn de tevgera me û serokatiya me çi ket ser milê wan pêk anî.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Kurd zemîn ava kir û got: “Pêvajoya ji aliyê serokatiya me hat destpêkirin, ji aliyê gelê kurd û tirk ve erênî hat dîtin. Lê hikûmeta AKP’ê li dijî vê niyeta baş ya tevgera me û serokatiya me tu pêngav navêtiye. Ji ber vê jî pêvajo hat asta xitimandinê.
Di encama vê de KCK’ê daxuyand ku vekişîna gerîlayan hatiye rawestandin. Berpirsê vê hikûmeta tirk û dîktator Erdogane. Faşîzma AKP’ê bi Kurdistanê sînor nemaye û li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Bi berxwedana Gezî re polîsên AKP’ê li Tirkiyeyê faşîzmek mezin meşandiye. Hikûmeta AKP’ê tu reng, bawerî û çandek cuda qebûl nake û tehamulê jiyaneke azad nake. Herî dawî xwendekarên ODTU û welatiyên elewî yên Tuzluçayirê rastî êrîşê hatin. Welatiyê bi navê Ahmet Atakan ku tevli protestoya van bûyeran bû ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Em vê komkujiyê şermezar dikin û emê hesab jê bipirsin.
Em wek însiyatîfa gel a Marmarayê vê bangê dikin; Ji bo Tirkiyeyek azad û demokratîk divê hemû aliyên civakê û hêzên demokrasiyê bibin yek û ji AKP’ê re bêjin Êdî bes e. Roj roja têkoşîn û serhildanê ye. Azadî ancax bi vî awayî bê qezenckirin. Meşa ku bi pêşengiya ciwan û jinan roja şemiyê saet di 19’an de li Galatasarayê dest pê dike û heta Taksîmê didome, divê bi ruhê serhildanê xwedî lê bê derketin û qadan, kolanan li polîsên AKP’ê teng bike.”