Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em bi hêzeke mezin tevlî 1’ê Gulanê bibin

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em bi hêzeke mezin tevlî 1’ê Gulanê bibin

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê ji bo 1’ê Gulanê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê di pîrozbahiyan de divê xwedî li girtiyên di grevê de ne bê derketin.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê   da zanîn ku geşedanên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ketine demeke dîrokî û wiha hat gotin: “Bi salan eli ser van axan  zilm û zordarî pêk hatiye. Gelê me li dijî vê ji bo ku jianeke azad û demokratîk înşa bike rabûye ser piyan û hesab ji hêzên desthilatdar dipirse.

Însiyatîfê destnîşan kir ku di vê dema dîrokî de peyama ku Rêber Apo daye ji bo hemû gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn girîng e.

Peyamê wiha got: “Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû samimiyeta xwe daniye holê. Lê dijî vê dewleta TC pêngavek şênber neavêtiye.  Ligel vê operasyonên leşkerî didomîne, pergala cerdevaniyê didomîne û polîtîkayên şer dimeşîne û kurtir dike.

Însiyatîfê balkişand ser îşkenceya li girtîgehan  wiha got: “Herî dawî gelê me yê Cizîrê hate gulebaran kirin. Ji ber vê divê gelê me nekeve rehawetê.  Divê em li dijî van polîtîkayên TC berxwedan û serhildanên xwe bilind bikin”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku niha li girtîgehan girtî di girevê de ne û divê rayagiştî li dijî vê bê deng nemîne û çalakiyên xwe yên demokratîk pêşve bibin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: Di cejna Karkeran a Yekê Gulanê de divê gelê kurd  têkoşîna xwe bilind bike.  Bi vê wessîleyêm em cejna hemû kedkar û karkerên cîhanê  pîroz dikin.”