Însîsiyatîfa Gel: Sala 2014’an wê bibe sala serhildan û avakirina azadiyê
Însîsiyatîfa Gel: Sala 2014’an wê bibe sala serhildan û avakirina azadiyê
Însîsiyatîfa Gel: Sala 2014’an wê bibe sala serhildan û avakirina azadiyê
Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê ragihandin ku, gelê Kurd salek din bi berxwedanê li pey xwe hişt û got: “Sala 2014’an wê bibe sala serhildan û avakirina azadiyê”
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kir ku di sala 2013’an de ew gihane pêngava 'Rizgariya Demortîk û pêngava avakirina jiyana azad' ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpê kirin.
Di daxuyaniya ku tê de got; “Her demjimêr, her roj xwedî wateyekî cuda ye, di sala 2013’an de siyaseta demokratîk û berxwedana gelen derket pêş.” Di daxuyaniyê de şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî hat nirxandin.
Di dewama daxuyaniyê de wiha tê got; “Di tevahiya sala 2013’an de Şoreşa Demokratîk a Gelan a Rojava, bi avakirina jiyana azad a hemû gelan, serhildan û parastina rewa û serketina Şoreşa Demokaratîk a Gelan re bû bersiveke herî diyar. Û di tevahiya sala 2013’an de dilê Rojavayê Kurdistanê lê dida û moralekî mezin girt, bû kelha berxwedan û azadiyê.”
Însiyatîfa Gel destnîşan kir ku bi qasî têkoşîna sala 2013’an dersên mezin jî jê hatîne girtin û ev xal destnîşan kir; “Di sala 2013’an de ji her demê zêdetir, herî zêde me esareta Rêber Apo ya li Îmraliyê û sîstema wê hîs kir û da hîskirin. Sala 2013’an de ji bo çareserkirina hevaltiya kêm derfetek bû, lê belê me baş nenirxand. Bi bîranîna şehîdê Serhildanê yê mezin Medenî Yildirim, ji bo dawî anîna hevaltiya kêm û azadiya Rêber Apo û statuya Kurdisanê, da ku sala 2014’an bibe sala serketinê, ti astengî li pêş nîne.”
Însiyatîfa Gel diyar kir ku wê sala 2014’an bibe saleke ya têkoşîneke pir dijwar û ev tişt destnîşan kir:
“Di hedefa me ya îsal de azadiya Rêber Apo û azadiya her çar parçeyên Kurdistanê heye. Avakirina Neteweya Demokratîk û avakirina Xweseriya Demokratîk tenê bi rêya serhildanê pêk tê. Wek Însiyatîfa Gelê Kurdistanê di hedef û armanca me ya bingehîn de ewe ku sala 2014’an bibe sala azadiya rêber Apo.
Em sala 2014’an sala bi serhildanê avakirina 8 madeyên Xweseriya Demokratîk îlan dikin.
Sala 2014’an wê bibe sala azadî û serhildanê. Divê hemû Kurdistaniyan û dost bi rihê serhildanê û avakirinê xwedî li sala 2014’an derbikeve."