Raportorê taybet yê mijara înfazên bê daraz ya Netewên Yekbûyî Chrîstof Heyns, bi armanca ku di mijarên înfazên bê daraz û keyfî yên li Tirkiyeyê lêkolîn bike tê Tirkiyeyê.
Heyns beriya bê Tirkiyeyê daxuyaniyek da û wiha got: “Serdana min ji bo zelalkirina parastina mafê jiyanê ku di kîjan astê de tê parastin, hem di qanûnan de hem jî di pêkanînê de, gelek girînge. Ez dê ji bo hesabdayîna van bûyeran pêk were û her wiha pêşî li van mirinên derveyê qanûnên û bi tehdîdê tên kirin bê girtin dê bikevim nava hewldana. Di sala 2001’ê de di mijarek wek vê de li Tirkiyeyê xebatek hatiye kirin û peşniyar bi raporekê ji hikûmetê re hatiye pêşkêşkirin. Ev serdana min jî ji bo pêşveçûnên ku di 11 salên dawî de li Tirkiyeyê çi pêşve çûye teşkîl dike. Li gel vê pirsgirêkên heyî dê derbixe holê.”
Nûnerê taybet dê bi serdana xwe ya 5 rojan de li Amed û Enqereyê bi merciyên fermî, nûnerên rêveberiyên herêmî, lijneyên civaka sivîl a herêmî û navnetewî, akademîsyen, lijneyên NY re hevdîtinan pêk bîne. Beriya serdana fermî bi nûnerên civaka sivîl a Stenbolê re dê hevdîtineke dervey fermiyetê pêk bîne. Heysn rapora ku amade bike dê pêşkêşî rûniştina 2013’an a Konseya Mafê Mirovan a NY’ê bike.