ÎHD'ê komîsyona şopandina vekişînê saz kir
ÎHD'ê komîsyona şopandina vekişînê saz kir
ÎHD'ê komîsyona şopandina vekişînê saz kir
Komeleya Mafên Mirovan, ji bo pêvajoya vekişîna gerîla bişopîne, "Komîsyona Şopandinê" ava kir. Komîsyon wê di vê çarçoveyê de liv û tevgera leşkeran, cerdevanan û xebatên avakirina qereqolên nû bişopîne.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan, der heqê danezana encamê ya komxebata "Di pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de rola tevgera mafên mirovan a ji bo naskirina mafên gelan", li avahiya Navenda Giştî ya Komeleyê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Di civînê de li gel Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, rêveberên komeleyê amade bûn û der heqê komxebata di navbera 27-28'ê Nîsanê de hat lidarxistin, agahî hat dayîn.
Turkdogan daxuyakirin, ku pêvajoya vekişîna gerîlayên PKK'ê yên di 8'ê Gulanê de destpê dike, wê bi Komîsyona Şopandinê re ji aliyê Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan ve were şopandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku komîsyon bi serokatiya Serokê Giştî yê Komeleyê ji 25 rêveberan ve hatiye avakirin.
Der heqê karê vê komîsyonê de ev agahî hat dayîn:
"Gava gerîlayên PKK'ê vekişe û pevçûnek derkeve, komîsyonê berpirsyarên vê pevçûnê lê bipirse û eşkere bike. Wê liv û tevgera cerdevanan, tîmên taybet, tabûrên komando yên demborî hatin avakirin bişopîne, qadên mayinkirî diyar bike û ji bo gund û herêmên di salên 90'î de ji aliyê dewletê ve hatine valakirin ji aliyê hin kesên din ve neyên talankirin, van herêman bişopîne. Her weha wê xebatên avakirina qereqolên nû û nuqteyên kontrolê jî bi dorfirehî bişopîne. Di çarçoveya van xebatan de wê hemû şaxên Komeleyê yên li Bakurê Kurdistanê 24 saetan vekirî be."
Turkdogan da xuyakirin, ku ji bo şopandina vekişînê, ewê Federasyona Mafên Mirovan a Navnetewî, Rêxistina Efûyê û Nûnerên Rêxistina Şopandina Mafên mirovan vexwedînin Tirkiyê.