IFJ’ê nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevanan da

IFJ’ê nerazîbûn nîşanî girtina 7 rojnamevanên ku ji bo bîranîna hempîşeyên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin di çalakiyê de bûn da û got, “Em bang dikin ku demildest wan serbest berdin.”

Di 21’ê Kanûnê de rojnamevanan xwestin li Stenbolê qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar bikin. Di çalakiya protestoyî de rojnamevan Gulîstan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip û Serpîl Unal piştî hatin binçavkirin hatin girtin.

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) nerazîbûn nîşanî girtina 7 rojnamevanan da.

Di daxuyaniya IFJ’ê de ev tişt hate gotin, “Piştî qetilkirina rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 21'ê Kanûnê de li Stenbolê di çalakiyên nerazîbûnê de herî kêm 7 rojnamevan hatin girtin. Em bang li rayedaran dikin ku demildest wan serbest berdin."