Îfadeyên şahidê nepen a doza 'KCK'ê de pûç derket

Îfadeyên şahidê nepen a doza 'KCK'ê de pûç derket

59. rûniştina doza KCK'ê ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê serê sibê destpê kir. Endamê BDP'ê Mehmet Nimet Sevim îdîayên şahidê nepen ê "X" yên der barê xwe de yek bi yek pûç kir. 

59. rûniştina doza 'KCK'ê ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd 4 salin tên darizandin li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pêkir. Di rûniştinê de 29 girtî amade bûn û 58 girtî jî bi sedama rapora wan hebûn nehatin rûniştina dozê. Di rûniştinê de li gel malbatan parêzer jî amade bûn. Di rûniştina delîlên der barê endamê BDP'ê Mehmet Nimet Sevim de hatin xwendin. Piştî delilên der barê Sevîm de hatin xwendin Sevîm parastina xwe kir û îdîayên şahidên nepen "X" yek bi yek pûç kir. Şahidê nepen "X" îdîa kiribû ku di nîsana 2004'an de li taxa 4'^Nîsanê ya Rezan civîn pêk hatibû û di civînê de Mehmet Nîmet Sevîm jî li gel Cîhan Denîz ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû tev li çalakiyê bûne. Sevîm, parastin kir û diyar kir ku wê demê Cihan Deniz di girtîgehê de bû û piştî civîna ku tê îdîakirin 4 meh şûnde Cîhan Denîz serbest hat berdan.

 Rûniştina dozê bi xwendina delîlên der barê Sevîm de piştî nîvro didome.