Îdiya li Hîzanê cerdevana ‘li cihên krîtîk’ bicih dikin
Îdiya li Hîzanê cerdevana ‘li cihên krîtîk’ bicih dikin
Îdiya li Hîzanê cerdevana ‘li cihên krîtîk’ bicih dikin
Ji bo 8’ê Gulanê ku çend roj mane dê gêrîlayên HPG’ê dest bi vekişînê bikin, hate îdiakirin ku li navçeya Hîzan û gundên derdorê yên Bedlîsê li pêş qereqolan li cihên krîtîk yên serê çiyayan cerdevan hatine bicih kirin.
Di çarçoveya çareseriya demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê 21’ê Adarê de starta wê da û roja 25’ê Nîsanê jî KCK’ê daxuyaniyek dîrokî da û ragihand ku, ew dê 8’ê Gulanê dest bi xwevekişînê bikin.
Çavkaniyekî girîng ku nexwest navê xwe bide, balkişande ser provokasyonên di demê xwevekişanê de rû bidin. Çavkaniya mijara gotinê ragihand ku, li cihê nobeta cerdevanên ku li pêş qereqolên leşkeran yên li navçeya Hîzan û gundên derdorê wê heyî, rakirine û ber bi cihên ku ihtimale gêrîla têre derbaz bibin bicih kirine.
Çavkaniyê da diyarkirin ku li gundê Îçlîkavak, Suttaşi, Çokekyazi yên Hîzanê komên cerdevana yên şeş-heft kesî li girên çaiyana bicih kirine. Çavkaniyê da zanîn ku, ya herî girîng jî Girên Tanos yên li ser rêya Hîzan û şaredariyê ne.
Çavkaniya nûçeyê ku anî ziman, vê carê ne leşker, cerdevana bi awayekî komî li girên çiyan bicih dikin û xelkê navçeya Hîzan û gundên derdorê wê pir bidiltirsin û wiha pirs kir, “ Gelo niyeta wan Kurdan bi Kurdan bidin kuştine?”