Îdîaya nameya Ocalan çû Qendîlê

Îdîaya nameya Ocalan çû Qendîlê

Rojnameya Radîkalê îdia kir ku, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya piştî hevdîtina pêncemîn heyeta BDP’ê nivîsî û giha destê BDP’ê ji Qendîlê re şandin.

Li gorî nûçeya rojnameyê hevdîtina Ocalan ya dawiya hefteyê bi Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Bûldan û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder re pêkanî bû û gotibû name “di nava çend rojan de bigehe me”, îro rayedarên MÎT’ê bi rêya Wezareta Edaletê radestî BDP’ê kirin.

Di nameya ku di nava zerfekî girtî de bû, hate îdia kirin ku têkildarî xwevekişandina gêrîlayan de agahî têde hene. Rojnameyê da diyarkirin ku, BDP bêy ku wext winda bike, birêya erkdarekî name şande Qendîlê. Têkildarî mijarê heya niha BDP’ê daxuyaniyek nedaye.